Dinya

Cendirmeyên Îspanyayê li Katalonyayê operasyonê dikin

Serokwezîrê Îspanyayê Marîano Rajoy got, "Dewleta Îspanyayê helbet ew ê bertekê nîşanî binpêkirina qanûnan û qanûna bingehîn û lihemberderketina statuya xweseriya Katalanyayê bide."

20.09.2017 - Rojanekırın : 20.09.2017
Cendirmeyên Îspanyayê li Katalonyayê operasyonê dikin

Madrid

MADRÎD

Serokwezîrê Îspanyayê Marîano Rajoy der barê operasyona ku cendirmeyan ji ber hewla referanduma serxwebûnê birin ser saziyên rêveberiya xweser a Katalonyaya da got, "Dewleta Îspanyayê helbet ew ê bertekê nîşanî binpêkirina qanûnan û qanûna bingehîn û lihemberderketina statuya xweseriya Katalanyayê bide."

Rajoy li Meclisê daxuyanî da rojnamevanan û got ji bo ku di 1ê cotmehê da referanduma serxwebûnê nekin hişyarî dabûn rêveberiya Katalonyayê.

Rajoy got li dinyayê tu dewleteke demokratîk tune ku hewleke wiha qebûl bike û wiha pê da çû:

"Dizanibûn ku ew ê nikaribin referandumê bikin lewra ev ê bê wê meneyê ku desthilatdariya neteweyî ya biryardayîna îspanyolan bê tasfiyekirin. Heke li Îspanyayê qanûn neyên pêkanîn ew ê bibe sedema bêedaletiyê û em tu carê nikarin destûrê bidin vê. Dewleta Îspanyayê helbet ew ê bertekê nîşanî binpêkirina qanûnan û qanûna bingehîn û lihemberderketina statuya xweseriya Katalanyayê bide."

Rajoy bangî Serokwezîrê Katalonyayê Carles Puigdemont kir ku bira "dev ji hewlên serxwebûnê berde û qanûnan pêk bîne".

Cendirmeyên Îspanyayê ji bo ku pêşiyê li referanduma serxwebûnê ya 1ê cotmehê bibirin îro destê sibê operasyon dabûn destpêkirin û di ser 9 saziyên hikûmeta rêveberiya xweser a Katalonyayê da girtibûn. Di operasyona cendirmeyan da 12 kes hatibûn binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.