Dinya

Çînê 3 peyk şandin fezayê

Çînê 3 peykên bi navê Cîlîn 1-04, Cîlîn 1-05 û Cîlîn1-06 ji Navenda Peykavêtinê ya Teyyûenê şandin fezayê.

Türkan Tosun  | 21.11.2017 - Rojanekırın : 22.11.2017
Çînê 3 peyk şandin fezayê

Beijing

PEKÎN

Çînê 3 peykên ku xwedî teknolojiya dikare ji dûr va agahiyan bi dest bixin şandin fezayê.

Li gor nûçeya Şînhuayê peykên bi navê Cîlîn 1-04, Cîlîn 1-05 û Cîlîn1-06 ji Navenda Peykavêtinê ya Teyyûenê ya li eyaleta Şansiyê hatin şandin.

Peykên ku ji hêla şirketa Teknolojiya Peykan a Çang Guangê hatine pêşvabirin ji bo ku vîdeo, dîmen û wêneyan bikşînin wê bên bikaranîn.

Agahiyên ku ji peykan bên bidestxistin wê ji bo welêt û bazirganiyê bêne bikaranîn.

Hefta borî jî Çînê peykeke meteorolojiyê ya bi navê Fîngyun-3D şandibû fezayê û hatibû gotin ev peyk wê hereketên atmosferê bişopîne.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın