Dinya

Dadgeha Çekyayê ji bo cudakariya li dijî sergirtinê biryar da

Dadgeha Temyîzê ya Çekyayê biryara dadgeha binê xwe tesdîq kir, dadgeha binî giliya xwendekara ji Somaliyê ya ku îdia dike ji ber sergirtinê di xwendingeha hemşîretiyê da merûzî cudakariyê dimîne red kiribû.

Haydar Şahin  | 19.09.2017 - Rojanekırın : 20.09.2017
Dadgeha Çekyayê ji bo cudakariya li dijî sergirtinê biryar da

Ankara

PRAG

Dadgeha Temyîzê ya Çekyayê biryara dadgeha binê xwe tesdîq kir, dadgeha binî giliya xwendekara ji Somaliyê ya ku îdia dike ji ber sergirtinê di xwendingeha hemşîretiyê da merûzî cudakariyê dimîne red kiribû.

Biryara Dadgeha Temyîzê ya li ser mijarê biryara dawîn e.

Ayan Jamal Ehmednûra welatiya Somaliyê di serî li dadgehê xistibû ku bira jê lêborînê bixwazin û 2 hezar û 750 dolar tazmînatê bidinê, Dadgeha Herêmê ya 10î ya li Pragê di 27ê rêbendanê da biryar dabû ku qasî têra xwe delîl tunin ku nîşan bidin cudakarî hatiye kirin û daxwaz red kiribû.

Rêveberiya xwendingehê îdia kiribû ku Ehmednûûrê ji xwe belgeyên ku ji bo xwendekariyê hewce dikin nedaye wan, ji ber vê jî cudakarî tune.

Qanûnên Çekyayê bi gelemperî sergirtinê qedexe nakin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın