Dinya

Defarges, ji ber gotinên skandal yên li dijî Erdogan lêborîn xwest

Philippe Moreau Defargesê siyasetmedarê frensî li ser bertekên kamuyê yên ji ber daxuyaniya wî ya derbarê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de dabû hatin nîşandan, lêborîna xwe xwest.

Sevim Hatun  | 24.04.2017 - Rojanekırın : 24.04.2017
Defarges, ji ber gotinên skandal yên li dijî Erdogan lêborîn xwest

Paris

PARİS

Philippe Moreau Defargesê siyasetmedarê frensî li ser bertekên kamuyê yên ji ber daxuyaniya wî ya derbarê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de dabû hatin nîşandan, lêborîna xwe xwest.

Philippe Moreau Defargesê ku di Enstîtûya Pêwendiyên Navneteweyî ya Fransayê (IFRI) de pisporê siyasetê ye, di kanala aboriyê ya frensî BFM Busînessê de beşdarî bernameya "Li Dinyayê 7 Roj"ê bû derheqê dengdayina gel a 16ê Nîsanê de li Tirkiyeyê hat kirin de gotibû ku bo îtirazkirina li encamên dengdayinê hemû rê yên hiqûqî hatine girtin, ji ber vê yekê wê hemû îtiraz badil hewa herin.

Defarges îdia kiribû ku li Tirkiyeyê rewşeke nebaş heye û wiha gotibû: "Rêyek tenê heye ku ew jî an şerê navxweyî ye an jî gotina vê tiştê zor e lê, kuştina wî (Erdogan) ye".

Piştî ku bername qediya, welatiyan li ser medyaya civakî bertek nîşanî qanala BFM Businessê û Defarges dan û diyar kirin ku ji ser şaşeyên têlevîzyonan bangewaziya cinayetê hat kirin.

Gelek tirkên ku li Fransayê dijîn destnîşan kirin ku ev cure gotinên dijî Serokomar Erdogan nayên qebûlkirin, li ser medyaya civakî der heqê vê mijarê da peyamên kurt belav kirin û herwiha di asta Konseya Bilind a Çavdêriya Weşanên Têlevîzyon û Radyoyan a Fransayê (CSA) da bûn gilîdar.

Raya giştî li hemberî gotinên Philippe Moreau Defarges dengê xwe bilind kir û piştî hewlên Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Parîsê mecbûr ma ku lêborîna xwe bixwaze.

Defarges li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha nivîsî:

"22yê Nîsanê roja şemiyê beşdarî bernameya "Li Dinyayê 7 Roj"ê bûm. DI çarçoveya bernameyê de min fikr û ramanên xwe yên derbarê rewşa Tirkiyeyê de îfade kir. Hin îfadeyên min li cî nebûn û şaş hatin fêmkirin. Xemgînim û dibe ku dilê hin alî û kesan ji min mabe, lêborîna xwe dixwazim. Gotinên min şexsî ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.