Dinya

Deriyê sînor ê Beyt Hanûnê ji çûyîna Îsraîlê re hat girtin

Şaxa ewlehiyê ya Filistînê ya li Xezeyê ragihand kû deriyê sînor a Beyt Hanûnê (Erez) ji derketinê re hat girtin.

26.03.2017 - Rojanekırın : 28.03.2017
Deriyê sînor ê Beyt Hanûnê ji çûyîna Îsraîlê re hat girtin

Gazze

GAZZE

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê li Xezeyê Îyad el-Bezm daxuyanî da û got "Di çarçoveya zelalkirina sûîqesta Mazîn Fuqeha, deriyê sînor ê Beyt Hanûnê heta biryareke dûyemîn, hat girtin.

Hat ragihandin ku derbasbûna ji Îsraîle ber bi Xezeyê serbeste lê ji Filistînê derbasî Îsraîlê hat qedexekirin.

Bezm berê jî ragihandibû ku şaxên ewlehiyê sûîqesta Fuqehayî ji nêz ve dişopînin.

Mazin Fuqehayê fermandarê eniya Qessam ku bi peymana berdêl a 2011an ya bi Îsraîlê re hatibû îmzekirin serbest hatibû berdan, roja borî li herêma Tel el-Hewaya başûrê Xezeyê ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve hat kûştûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın