Dinya

Destûr nedan kesê sûrî dê beşdarî Oscarê bibe bikeve DYAyê

Destûr nehat dayîn ku sînematografê sûrî yê ku kurtefîlma wî namzedê Oscarê ye bikeve Amerîkayê.

26.02.2017 - Rojanekırın : 28.02.2017
Destûr nedan kesê sûrî dê beşdarî Oscarê bibe bikeve DYAyê

New York

NEW YORK

 Destûr nehat dayîn ku Xalid Xatibê sînematografê kurtebelgefîlma "Yên Baretspî" yê ku eslê xwe ji Sûriyeyê ye û kurtebelgefîlma wî ji bo Oscarê namzed hatiye nîşandan bikeve Amerîkayê.

Xatib (21) ji bo ku beşdarî merasima Oscarê ya ku wê roja duşemê bê lidarxistin bibe, hat Stenbolê ku ji wir here Los Angelesa Amerîkayê.

Xatib li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyand ku ew sê rojan li balafirgehê maye, her çiqas vîzeya wî ya Amerîkayê hebe jî destûr nehatiye dayîn here Amerîkayê û pasaporta wî jî nehatiye qebûlkirin.

Li gor nûçeya ajansa Assocîated Pressê, Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê di keliya dawîn de biryar daye ku gera Xatib a Amerîkayê bê betalkirin.

Di kurtebelgefîlma bi navê "Yên Baretspî" de behsa kesan tê kirin ku guh nadin talukeyan û mexdurên şerê Sûriyeyê xilas dikin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.