Dinya

Di nav 5 salan de 350 milyar dolar xêra Appleê wê bigihêje aboriya Amerîkayê

Şirketa Appleê ya ku di qada teknolojiyê de bi nav û deng e daxuyand ku di nav 5 salan de 350 milyar dolar xêra wan wê bigihêje aboriya Amerîkayê.

Türkan Tosun  | 18.01.2018 - Rojanekırın : 18.01.2018
Di nav 5 salan de 350 milyar dolar xêra Appleê wê bigihêje aboriya Amerîkayê

New York

NEW YORK

Şirketa Appleê ya ku navenda wê Amerîka ye û di qada teknolojiyê de navdar e daxuyand di nav 5 salan de 350 milyar dolar xêra wan wê bigihêje aboriya Amerîkayê.

Di daxuyaniya şirketê de hat gotin bi saya îstixdam, xerckirin û veberhênanan 5 salên li pêş wê 350 milyar dolar xêra Appleê bigihêje aboriya Amerîkayê.

Hat gotin di nav 5 salan de 30 milyar dolarî veberhênan wê bên kirin, ji bo navendên daneyan yên li Amerîkayê jî 10 milyar dolar pere wê bê dayîn.

Ji bo qismekî dahata Appleê ya li dervayî welat bînin Amerîkayê Apple wê 38 milyar dolar bacê bide hikûmeta Amerîkayê.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın