Dinya

"Di operasyonên leşkerî yên li rojavayê Mûsilê da gelek sivîl tên kuştin"

Usame en-Nuceyfiyê Alîkarê Serokomarê Iraqê destnîşan kir di operasyonên leşkerî yên li rojavayê Mûsilê da gelek sivîl dimirin û got divê operasyon rawestin û cardin bên nirxandin.

29.03.2017 - Rojanekırın : 30.03.2017
"Di operasyonên leşkerî yên li rojavayê Mûsilê da gelek sivîl tên kuştin"

Baghdad

BEXDA

Usame en-Nuceyfiyê Alîkarê Serokomarê Iraqê destnîşan kir di operasyonên leşkerî yên li rojavayê Mûsilê da gelek sivîl dimirin û got divê operasyon rawestin û cardin bên nirxandin.

Nuceyfî li Bexdayê daxuyaniya çapemeniyê da û destnîşan kir Hêzên Polêsên Federal li rojavayê Mûsilê operasyonên bê ser û ber dikin û guleya direşînin ser sivîlan û wiha got: "Operasyonên leşkerî yên li rojavayê Mûsilê ji kontrolê derketine. Divê operasyon rawestin û cardin bên nirxandin.

Usame en-Nuceyfî diyar kir li rojavayê belasebeb sivîl dimirin û wiha xeberda: "Hêzên Polêsên Federal li rojavayê Mûsilê gelek tax talan kirin. Ev hê jî dewam dike. Em vê red û şermezar dikin. Divê der barê mijarê da lêpirsîneke navneteweyî dest pê bike. Hikûmeta Iraqê nikare lêpirsînê bêalî bike."

"Serê deqîqeyê însanek tê şehîtkirin"

Nuceyfî diyar kir ku îro şebeqê fuze û top avêtin herêmên ku lê sivîl dijîn û got, "Serê deqîqeyê însanek tê şehîtkirin."

Nuceyfî bangî hikûmeta Iraqê kir û got, "Dibê hikûmet vê rewşê binirxîne û operasyonê bide sekinandin. Ez nabêjim ku operasyona dijî terorê bidin sekinandin, dibê ev dewam bike lêbelê şeklê operasyona ku dibe sedema mirina sivîlan û pîlan bê sekinandin û carekê dîsa bê nirxandin. Di operasyonan da rêyeke ku eşkere nîne heye. Hin alî hewl didin ku zirarê bidin gelê me û xuna gel ji wan ra erzan xanê dike."

Nuceyfî destnîşan kir ku ji civîna Yekîtiya Ereban a ku li Emmana paytextê Urdinê ew ê bê kirin ra name şandiye, xwestiye ku bira li ser rewşa mirina sivîlên li Mûsilê têkevin nîqaşan. Nuceyfî got ku der barê mijarê da ji Sekreteriya Gişkî ya NYyê ra jî name şand.

- "Emê sûcê cengê îlan kin"

Nuceyfî wiha got, "Hêzên Polêsên Federal mîna ku Mûsil ne bajarekî Iraqê ye û tê da însan tunene tevdigere. Ev êrîş bi serê xwe sûc in û wiha dewam bike emê wekî sûcê cengê îlan bikin. Hikûmet divê lêpirsînê veke ka di vê mijarê da emir ji serokwezîr tên an serokwezîr nikare van hêzan kontrol bike. Piştî ku sivîl malên xwe diterikînin, xaniyên wan tên şêlandin."

- "Çûyîna Ebadî a ji bo Mûsilê bileztir e"

Nuceyfî, Serokwezîr Heyder el-Ebadî bi van gotinan va rexne kir:

"Serokwezîr bi xwe ji ewlekariya canê sivîlan û encamên operasyonan berpirsiyar e. Mayîna wî ya li Bexdayê û çûyîna wî ya li bal erdê Mûsilê çêtir e ji beşdariya civîna Yekîtiya Erebî. Serokomar dikaribû biçûya vê civînê."

- "Alaya HKIyê nayê qebûl kirin"

Nuceyfî der barê daliqandina alaya HKIyê ji wiha got:

"Ev tişt nayê qebûl kirin. Ev li dijî îtîfaqa di navbera komên li Kerkûkê û yekîtiya neteweyî ye. Ev hereket wê cudabûnê zêde bike. Dîsa ev biryar, biryareke partîzanî ye. Ev biryar ne li gorî qanûnên Iraqê ye û kêrî welat jî nayê. Ev biryar wê tirkmen û ereban jî provoke bike. Lazim e li Kerkûkê bi tenê alaya Iraqê bê daliqandin. Ev mesele lazim e bi rêyên qanûnî û hiqûqî bê çareserkirin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın