Dinya

"Divê em xwe ji êrişên nû yên DEAŞê re amade bikin"

Sekreterê Giştî û Gotebêjê Wezareta Pêşmerge Cebbar Yawer got: "Li gor agahiyên îstîxbarî terorîstên DEAŞê hewl didin xwe rêk bixin û careke din bi şêwazekî din dest bi karên terorîstî bikin. Divê em xwe ji van şert û mercan re amade bikin."

Hemn Baban  | 15.12.2017 - Rojanekırın : 16.12.2017
"Divê em xwe ji êrişên nû yên DEAŞê re amade bikin"

Arbil

HEWLÊR

Sekreterê Giştî û Gotebêjê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebbar Yawer, diyar kir ku agahiyên îstîxbarî yên li ber destên wan nîşan didin ku rêxistina terorî DEAŞ xwe jinûve rêk dixe û haziriya êrişên terorîstî dike.

Yawe, der barê şerê li dijî terorê de û rewşa DEAŞê ya dawîn daxuyanî da peyamnêrê AAyê û agahiyên muhîm parve kirin.

Li ser ragihandina "temambûna rêxistina terorî DEAŞê" Cebbar Yawer wiha agahî da:

"DEAŞ bi temamî xelas nebûye. Rast e li Iraqê ji ber bidawîhatina DEAŞê numayişeke eskerî hat kirin, lê ev ji bo derxistina DEAŞê ji bajar û navçeyan bû. Meselen ji Mûsil û Reqeyê. Dibe ku demek were bi temamî nemîne lê hê jî bîr û boçunên DEAŞê di nav girseyeke mezin a xelkê de heye. Lewra DEAŞ 3 salan li hinek navçe û wîlayetan hukim kir. Loma DEAŞ hê maye û divê em xwe ji bo şerekî nû bi awayekî cuda bikin. Eger problemên li Iraqê çareser bibin bêguman dê nemana wê jî bileztir bibe lê eger rewş vegere berî derketina DEAŞê wê demê bihêzbûna wê jî îhtimaleke biqewet e."

Ji bo êrişên nû yên DEAŞê jî Yawer wiha got:

"Li gor agahiyên îstîxbarî yên Pêşmergeyê Kurdistanê, dezgehên emniyetê, hêzên hevpeymanê û hikûmeta federal a Iraqê jî terorîstên DEAŞê hewl didin xwe rêk bixin û careke din bi şêwazekî din dest bi karên terorîstî bikin. Bêguman ev şêwaz jî wek teqîn û xweteqandinê dibe. Divê em xwe ji van şert û mercan re amade bikin. Dezgehên îstîxbarî yên Amerîka û berpirsên wê jî diyar dikin ku DEAŞ tenê ji bajaran hatiye derxistin lê bi temamî xelas nebûye."

Der heqê Ebûbekir El Bexdadî de jî ev zanyarî parve kirin:

"Kes nizane halê Ebûbekir Bexdadî çi ye, lê hemû agahiyên îstîxbarî nîşan didin ku Bexdadî sax e. Nizanim li Iraqê yan li Sûriyê ye lê dizanim ku ew di mijara xweveşartinê de şareza ye. Lê belê behsa guherîna cihê ku xwe lê vedişêre dikin. Feqet muheqeq li cihekî navbera Iraq û Sûriyê ye. Halê hazir tê gotin ku hê li Sûrî û Iraqê 3 hezar çekdarên DEAŞê hene."

Cebbar Yawer agahiyên li ser windahiyên Pêşmerge ragihandin:

"Di şerê DEAŞê de hezar û 867 pêşmerge şehîd bûn, 10 hezar û 540 jî birîndar in. Loma Îbadî nikare rola Pêşmerge di şerê DEAŞê de tune bike. Ew bi xwe jî dizane eger Pêşmerge neba ewî nikaribû Mûsil rizgar bikira. Ne tenê navê Pêşmerge, divabû navê polês, asayîş, bergirî, dadirês, Zêrevanî, hêzên xwebexş, teqawîd û kêmendaman jî bibîr anîba. Çawa ku navê hêzên federalî yek bi yek teleffuz kir. Herwiha lazim bû ev hêz yek bi yek bihata gazîkirin bo wê merasimê.

Li ser hevdîtinên eskerî yên bi Iraqê re jî diyar kir ku hê tu lihevkirin çênebûye, lê rawestîna dîdaran li ser daxwaza Iraqê bi xwe bûye.





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın