Dinya

"DYA dixwaze Krîza Kendavê bi rêyên aşîtiyane bê çaresekirin"

Wezîrê Karên Derva yê Qeterê El Sanî got ku DYA ji bo Krîza Kendavê bi rêyên aşîtiyane bê çaresekirin, piştgiriyê dide.

Sevim Hatun  | 27.07.2017 - Rojanekırın : 27.07.2017
"DYA dixwaze Krîza Kendavê bi rêyên aşîtiyane bê çaresekirin"

Washington

DOHA

Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Şêx Mihemed bîn Abdurrahman El Sanî got ku DYA ji bo Krîza Kendavê bi rêyên aşîtiyane bê çaresekirin, piştgiriyê dide.

El Sanî piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derva yê DYAyê Rex Tillerson a li Washingtonê kir, daxuyanî da televîzyona El Cezîreyê ya navenda wê Qeter e. El Sanî got ku digel Tillerson li ser pêşniyazên ku DYA ji bo çareserkirina Krîza Kendavê kir, sekinîn.

El Sanî got: "DYA ji bo bi rêyên aşîtiyane çareserkirina krîzê piştgiriyê dide."

Erebistana Siûdî, Behreyn, Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî, Misir, Libya û Yemenê 5ê Hezîranê ragihandibûn ku peywendiyên xwe yên dîplomatîk digel Qeterê qut kirine.





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.