Dinya

DYAyê bi 295.6 milyon dolarî çekan bifiroşe pêşmergeyan

Wezareta Karên Derva ya DYAyê ragihand ji bo pêşmergeyan wê bi 295.6 milyon dolarî çekan bifiroşin Iraqê.

Nihat Kavşut  | 20.04.2017 - Rojanekırın : 21.04.2017
DYAyê bi 295.6 milyon dolarî çekan bifiroşe pêşmergeyan

Washington DC

WASHINGTON

 Wezareta Karên Derva ya DYAyê ragihand ji bo pêşmergeyan wê bi 295.6 milyon dolarî çekan bifiroşin Iraqê.

Wezaretê der barê firotina çekan da daxuyaniya nivîskî da û hat destnîşankirin li ser "daxwaza Iraqê" ji bo pêşmergeyan wê çekan bifiroşin Iraqê.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin wê bi 295.6 milyon dolarî çekan bifiroşin Iraqê.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin Iraqê 4,400 tivingên M16A4, 46 tivingên mekanîk ên M2 yên kalîbreya wan 50 ye, 186 tivingên mekanîk ên M240B, 36 M1151 HMMWV, 77 M1151 û HMMWV û gelek wesaît û amûrên leşkerî daxwaz kiriye.

Ajansa Hevkariyê ya Ewlehiyê ya Parastinê destnîşan kir Kongreya DYAyê 18ê adarê ji bo mijarê hatiye agahdarkirin.

Wezareta Karên Derva ya DYAyê ragihandibû ji sala 2015an vir va li gor bernameya FMSyê biryar hatiye dayîn bi tevahî bi 22 milyar dolarî çekan bifiroşin Iraqê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın