Dinya

DYAyê wesaîtên bizirx ji PKK/PYDyê ra şand

Bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê alîkariya leşkerî ya DYA dide PKK/PYDya rêxistina terorê dewam dike.

20.09.2017 - Rojanekırın : 21.09.2017
DYAyê wesaîtên bizirx ji PKK/PYDyê ra şand

Haseke

HESEKE/ANKARA

Bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê alîkariya leşkerî ya DYA dide PKK/PYDya rêxistina terorê dewam dike.

Di 10 rojên dawîn da tevî wesaîtên leşkerî yên bizirx qederê 200 TIR li Sûriyeyê ji hêzên rêxistinê ra çûn.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li Hesekeyê do qederê 100 TIRên alîkariya leşkerî tê da bûn ji deriyê Sêmalka ya li ser sînorê Iraqê çûn bajarê di destê rêxistinê da ye.

Di konvoya çû Hesekeyê da wesaîtên leşkerî yên modela wan MRAP ne hene. MRAP li hember mayînan li ber xwe didin û gelek çekên giran pê va dibin.

Li gor agahiyan TIRên alîkariya leşkerî ji hêzên rêxistinê yên li Derazorê ra diçin.

Di 11ê îlonê da bi 100 TIRan sewqiyata leşkerî hatibû kirin û tê da pîkap û konteynerên sergirtî hebûn.

TIRên mayîn ji ber ku bi brandayan nixumandî bûn, diyar nebû bê ka barê wan çi ye û di qaseyên wan da çi alav hene.

AAyê di serê hezîranê da wêne û dîmenê alîkariya çek û alavên leşkerî yên ku DYAyê da PKK/PYDyê, kişandibû û kiribû nûçe. Piştî vê nûçeyê êdî alîkarî bi şev û bi TIRên brandakirî va hatibûn kiribûn.

Ji hêla din di 13, 17 û 21ê tebaxê û herwiha 3 û 8ê îlonê da bi şev bi 400 TIRên brandakirî va ji hêla Iraqê bal Hesekeya ku di kontrola PKK/PYDyê da ye, sewqiyat çêbibûn. Lêbelê ji ber ku TIR nixamtî bûn, kifş nebibû bê ka çi cure alav û techizat hatin şandin.

Beriya vê jî di 5ê hezîranê da 60, di 12ê hezîranê da 20, di 16ê hezîranê da 50, di 21 û 26ê hezîranê da 120, di 5ê tîrmehê da 82, di 9ê tîrmehê da 102, di 12 tîrmehê da 95, di 17 tîrmehê da 100, di 22yê tîrmehê da 100, di 27 tîrmehê da 80, di 31ê tîrmehê da 100, herwiha di 7ê tebaxê da jî 112 TIR, anku bi tevahî 1021 TIRî sewqiyata leşkerî ji herêma PKK/PYDyê ra kiribûn.

Bi vî awayî ji destpêka meha hezîranê heya niha bi destê DYAyê di hundirê hezar û 621 TIRî da alîkariya çek û alavên leşkerî, bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê ji PKK/PYDyê ra hat kirin.

- Çekên ku dan rêxistina terorê

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji belgeyeke Pentagona Wezareta Parastinê ya DYAyê hilda di lîsteya çekên ku wê li Sûriyeyê bidin komên PKK/PYD ya rêxistina terorê jî di nav da ye 12 hezar tivingên marqeya wan keleşnîkofe, 6 hezar tivingên bimakîne, 3 hezar û 500 tivingên giran ên bimakîne, 3 hezar RPG-7ên malê Amerîkayê, hezar AT-4ên malê Amerîkayê û tankşikên a SPG-9 a malê Rûsyayê jî di nav çekan da hene.

Ji bilî van di belgeyê da 235 topên hewanê, 100 tivingên nîşangiriyê, 450 dûrbînên bi tîpa PV-7an û 150 jî dûrbînên bilazerê ronî dibin jî hene û ewê jî bigihêjin ber destê rêxistina terorê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın