Dinya

Dê li Konseya Ewlehiyê ya NYyê li ser "pêşnûmaya Qudsê" hevdîtin bê kirin

Konseya Ewlekariya NYyê wê pêşnûmaya ku bi hewldana Tirkiyê hat amadekirin û dijî guhertina yekalî ya rewşa Qudsê derdikeve, gotûbêj bike

Elif Orhan  | 18.12.2017 - Rojanekırın : 18.12.2017
Dê li Konseya Ewlehiyê ya NYyê li ser "pêşnûmaya Qudsê" hevdîtin bê kirin

Washington DC

WASHINGTON

Pêşnûmaya pêş dibîne ku biryara "Amerîkayê ya ku Qudsê wekî paytextê Îsraîlê qebûl dike" ji ber ku dijî biryarên eleqedar ên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye ji aliyê hiqûqê ve nederbasdar bê qebûlkirin bi teşebûsên Tirkiyeyê dê bînin rojeva Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve hat bidestxistin tê payîn ku pêşnûmaya navborî sibê bînin rojevê û li serê hevdîtin bikin.

Hat ragihandin ku pêşnûma dê ji aliyê Misra ku niha endamê KENYyê ye ve bê pêşkêşkirin, xwediyê pêşnûmayê jî Filîstîn e. Lê her wiha hat destnîşankirin ku Tirkiyeya ku piştî biryara Qudsê ya Amerîkayê gelekî têkiliyên dîplomatîk kirin di vê pêvajoyê de roleke girîng lîst.

- "Statuya dawîn a Qudsê di encama hevdîtinan de tê diyarkirin"

Di pronivîsa pêşnûmayê de biryarên Neteweyên Yekbûyî yên heta îro yên der barê Qudsê de hatin bibîranîn û hat destnîşankirin ku statuya dawîn a Qudsê dê ne bi pêngavên yekalî dê "di encama hevdîtinên aştiyê yên di navbera Filîstîn û Îsraîlê de" bê diyarkirin.

- "Divê biryara Amerîkayê bê betalkirin"

Di pêşnûmayê de hat destnîşankirin ku hemû pêngavên yekalî yên der barê guherîne statu û avayê demografîk ê Qudsê de tên avêtin pêngavên ku "hikmê wê ya hiqûqî tune, nederbasdar e û divê li gor peymanên eleqedar bê betalkirin" in.

Di pêşnûmayê de her wiha cî dan baga ku divê tu welat balyozxaneya nekşîne Qudsê.


- Dibe ku bînin Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî

Hat destnîşankirin ku heke pêşnûma ji aliyê Amerîkayê ve bê vetokirin jî ji bo ku di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li serê bisekinin û bibe girêder bi ji 3yan du piraniyê bê qebûlkirin dê hewl bê dayîn. Hat diyarkirin ku di wê rewşê de biryara Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya ku dê wekî biryara KENYê girêder be jî dê bikarib beriya pêngavên der barê guherîna statiya Qudsê de bigire.

Hat destnîşankirin Tirkiyeya ku hefteya borî li Stenbolê Teşkîlata Hevkariya Îslamê (THÎ) kom kir û serkêşî kir ku "Qudsa Rojhilat wekî paytextê Îsraîlê" bê qebûlkirin biryarek bê derxistin dê di pêvajoya Neteweyên Yekbûyî de jî roleke aktîf bilîze û di mijara berhevkirina ji 3yan 2yê dengan dê hewl bide.

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya di 6ê kanûna pêşîn de îlan kiribû ku Qudsê bi yekalî wekî paytextê Îsraîlê qebûl kir û li ser vê yekê li herêmê û tevahiya dinyayê protestoyên dijî vê biryarê hatibûn lidarxistin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın