Dinya

Dîmena dergûşa sûriyeyî ya ku ji birçîna mir hat kişandin

Li Xutaya Rojhilat ku rejima Esed dorpêç kiriye, hejmara dergûşên ku birçîna dimirin zêde dibe

EKÎP  | 22.10.2017 - Rojanekırın : 23.10.2017
Dîmena dergûşa sûriyeyî ya ku ji birçîna mir hat kişandin

Doğu Guta

XUTAYA ROJHILAT/ANKARA

Li Şama paytextê Sûriyeyê ji ber ku rejima Beşşar Esed dorpêç kiriye, li Xutaya Rojhilat zarok ji birçîna dimirin. Li herêmê di nav 2 rojên dawîn da du dergûş ji birçîna mirin.

Rejima Esed ji 5 salan zêdetir e ku herêma Rojhilata Xutayê dorpêç kiriye û li wê derê nêzî 400 hezar sivîl dijîn.

Rojhilata Xutayê her çend li Astanaya paytextê Kazakistanê bi garantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê wek herêma bêpevçûn hatibe îlankirin jî; li wê derê êrîşên esmanî yên rejima Esed dewam dikin.

Di êrîşa rejimê da gelek navendên tenduristiyê û depoyên dermanan talan bûn û nema tên bikaranîn.

Çend mehên dawîn in ku rejim û terorîstên biyanî yên piştgiriyê didin rejimê, nahêlin ku gelê Rojhilata Xutayê bi rêya qaçax, tunêl an jî bi wesateya bazirganan pêdiviyên xwe peyda bikin.

Li herêmê mamaya dergûşan û şîr jî xelas bûye.

Li gor nûçegihanê AAyê yê li Xutaya Rojhilat Heser Dîfdaya yek salî ya ku piştî welidî dihat tedawîkirin duh şev ji ber bîrçîbûnê mir.

Dîmênên Seherê ya beriya mirinê bi kameraya AAyê hatin qeydkirin. Di dîmenan de derguşa zeyîf Seher û rewşa wê ya xirab tê dîtin.

Zarok serê sibê hat definkirin.

Dr. Yehya Abu Yehyayê Midûrê Beşa Tenduristiyê ya Saziya Pêşvabirina Sûriyeyê ji nûçegihanê AAyê re got derguş Seher hê di dema malzaroka dayika xwe de bûye zêde mezin nebûye.

Yehya got mehekê hewl hatiye dayîn ku ew bijî lê zarok duh şev miriye.

- Derguş Ubeyde jî mir

Navenda Medyayê ya Gutaya Rojhilat li ser hesabê xwe yê civakî daxuyand ku 5 sale rejim û alîgirên wê Xutaya Rojhilat dorpeç kirine ku derguşa yek mehî ya bi navê Ubeyde jî ji birçînan miriye.

Hat gotin ji ber dorpeçkirina rejimê bi têra xwe şîr û xwarin tune û ev jî dibe sedema mirina zarokan.

- Raçevkirina dermançêkirinê bi ser neket

Li Xutaya Rojhilat a di bin kontrola muxalifan da xebatkarê Navenda Tenduristiyê ya El Hekîm pisporê nexweşiyên zarokan Dr. Îsmaîl Hekîm di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku wan seba zarokên bêxida hewl da û ji genim, birinc û şekir dermanên xumalî çêkir û wiha dewam kir, "Mixabin dermanên ku me çêkirin, pir hindik bûn û mesrefa wan jî zêde bû. Van dermanan bi tenê têra ji sedî 10ê pêdawîstiya me kir. Ji ber bihabûnê me dev jê berda."

Hekîm bal kişand ku di vê axiriyê da ji ber bêxidayê mirina dergûşên nû jidayîkbûyî zêde bûye û herwiha ragihand ku ji çar zarokan zarokek duçarî pirsgirêka bêxidayê bûye.

Li Xutaya Rojhilat Mihemedê yekrojî ku di navendeke binê erdê da bi saya emeliyetekê hatibû xilaskirin, di şert û mercên dorpêçê da li ber xwe nedabû û hefteya borî miribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.