Dinya

Dîrektorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Rûsyayê li Ramallahê ye

Serokê Dewleta Filistînê Ebbas li Ramallahê bi Dîrektorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê wezîfedarê Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê Sergey Vershinin re, civiya.

Sevim Hatun  | 14.07.2017 - Rojanekırın : 15.07.2017
Dîrektorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Rûsyayê li Ramallahê ye

Palestinian Territory

RAMALLAH

Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Filistînê Ebbas li Ramallahê bi Dîrektorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê wezîfedarê Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê Sergey Vershinin re, civiya.

Li gor WAFAya ajansa xeberan a Filistînê, Ebbas di hevdîtinê de ji rayedarê Rûsyayê re got ku em ji bo çareseriya bi piştgiriya du dewletan were kirin amade ne.

Herwiha Ebbas got ku ew li hemberî çêkirina avahiyên ku rêveberiya Îsraîlê li herêmê ava dike ne û ew qanûnên li dijî qanûnên navneteweyî yên ku Îsraîl derdixe napejirînin.

Rayedarê Rûsyayê pesnê hevkariya Rûsya û Filistînê da û got ku hevkarî û dostaniya herdu welatan wê dewam bike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın