Dinya

"Em ji bo berjewendiyên gelê xwe diçin Astanayê"

Mihemed Alluş got:"Em ji bo berjewendiyên gelê xwe diçin Astanayê. Ji bo agirbestek çêbibe em ê herin. Lazim e çavdêr bên herêmê ev jî perçeyekî agirbestê ye."

19.01.2017 - Rojanekırın : 19.01.2017
"Em ji bo berjewendiyên gelê xwe diçin Astanayê"

Istanbul

ÎSTANBUL

Mihemed Alluşê serokê lijneya muxalefetê yê ew ê beşdarî hevdîtinên Sûriyeyê ya li Astana paytexta Qazakistanê bê kirin bibe, berî hevdîtinan wekî serokê lijneya muxalefetê ya çekdar cara ewil ji AAyê re nirxandin kirin.

Alluş bi bîr xist ku di serhildana ewil a gelê Sûriyeyê ya sala 2001ê de çalakiyên aştiyane li dar xist û azadî xwest.

Alluş got ku di qonaxên dereng ên şer de Rûsya jî li aliyê rejimê tevlî şer bû, herwiha muxalif li Sûriyeyê li hemberî hêzên rejim, Îran û Rûsyayê ango ji 3 milan ve şer kir. Alluş got ku daxwaza wan a herî mezin ew e ku xwîna tê rêtin divê êdî bê sekinandin.

- "Em ji bo menfaeta gelê xwe diçin Astaneyê"

Alluş got ku daxwazan wan ewil ew e ku xwîn bisekine û wiha axivî:

"Rûsya hez dike bibeje me 'ez ji çaresereyeke siyasî bawer dikim.' Niha polîtikaya Rûsyayê ya par û îsal cuda xuya dike. Em ji bo menfaeta gelê xwe diçine Astanayê. Ji bo ku agirbestek çêbibe em ê herin. Lazim e çavdêr bên herêmê ev jî perçeyekî agirbestê ye. Sivîlan ka kî dikuje? Kî êrîşan dike? Hûn dê bibînin milîtanên şiî guh nadin kesî. Ne bi xeberê Rûsyayê dike ne jî bi xeberê rejîmê dike. Dema agirbestê wan Ehmed el-Gadban kuşt."

Alluş ji bo mixaleletê li Sûriyeyê û gel jî wiha got:

"Ez hez dikim bangî hemî dinyayê bikim. Yên ku azadî û aştiyê dixwazin em in. Em hez dikin welatê me dîsa rabe ser xwe û pêş ve here. Em hez dikin tu cudahiyên nijad û mezheban neyên kirin. Ev welat welatê ereban e, welatê kurdan e, welatê asuriyan û welatê tirkmenan e jî. Têra hemû kesan dike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın