Dinya

"Em spasiya Urdin, Tirkiye û Libnanê dikin"

Serok DYAyê Trump: "Em ji ber ku mazûvantiya penaberan kirin bi taybetî spasiya Urdin, Tirkiye û Libnanê dikin."

Elif Orhan  | 19.09.2017 - Rojanekırın : 20.09.2017
"Em spasiya Urdin, Tirkiye û Libnanê dikin"

Washington DC

WASHINGTON

Serokê DYAyê Donald Trumpê ku cara ewil li Lijneya Giştî ya Netewyên Yekbûyî (NY) axivî, got, "Em ji ber ku mazûvantiya penaberan kirin bi taybetî spasiya Urdin, Tirkiye û Libnanê dikin."

Trump di civînên Lijneya Giştî ya 72yemîn a ku li New Yorkê li NYê hatin kirin de cara ewil wek Serokê DYAyê axivî. 

Trump di serê axaftina xwe de destnîşan kir ku girîngiya wê ya di heyama serokatiya wî de Amerîka ye û got ku "Ez wekî Serokê DYAyê her dem Amerîkayê pêş bigirim. Hûn jî wek serokên welatên xwe divê her dem welatên xwe li pêş bigirin."

- Spasiya Tirkiyeyê 

Trump qala gelek mijarên der heqê pirsgirêkên bingehîn ên di siyaseta dinyayê dekir û di nirxandina xwe ya der barê penaberên ku ji şerê navxweyî ya Sûriyeyê reviyan de wiha axiî: "Em ji saziyên NYyê yên eleqedar re ji bo hewldanên ku arîkariya mirovahî bigihîne herêmên ku ji DEAŞê hatin xilaskirin minetdar in. Em ji ber ku mazûvantiya penaberan kirin bi taybetî spasiya Urdin, Tirkiye û Libnanê dikin."

- Ji bo Koreya Bakur tehdît

Trump qal kir ku hin "dewletên eşqiya" yên li tevahiya dinyayê bûne serêşên gelan û piştî van gotinên xwe rejima Koreya Bakur bi gotinên tund rexne kir û peyama heke bernameya xwe ya nukleer berdewam bike amade ne ku dijî vê welatê pêngavên hewcedar biavêjin da. 

Trump der heqê Koreya Bakur de wiha axivî: "(Serokê Koreya Bakur) Mirovê roket hem ji bo xwe hem jî ji bo rejima xwe di misyona xwekujiyê de ye. Heke DYA mecbûr bimîne ku xwe û mitefîqên xwe biparêze ji bilî "bi temamî tunekirina Koreya Bakur" tu alternatîfên wan dê nemîne. DYA ji bo vê amade ye, dilxwaz e û dikare vê bike. Lê ez hêvî dikim ku hewceyî bi vê nemîne."

Trump qal kir ku hin welêt bi Koreya Bakur re bazirganiyê tenê nakin di heman demê de vê welatê çekdar jî dikin û parast ku NY divê Koreya Bakur bêtir îzole bike. Trump digel wê ji ber ku piştgirî dan dengdayîna dijî Koreya Bakur a di Konseya Ewlehiyê ya NYyê de spasiya Çîn û Rûsyayê jî kir.

- Ji rêveberiya Îranê re hişyariya "piştgiriya terorê"

Ji aliyê din ve Trump bi gotinên tund rexne li rêveberiya Tehranê jî girt û got ku divê ev welêt dev ji "piştgirîdayîna terorê" berde. 

Trump da zanîn ku Îran bi pereyê ku ji neftê qezenc dike piştgirî dide Hîzbullah û rejima Beşar Esed û li herêmê qeyranê belav dike û got ku "Peymana nukleer a bi Îranê re ji bo DYAyê rûreşiyek e. We di vê mijarê de hêj gotina me ya dawîn nebihîst." 

- Bikaranîna çekên kimyewî a rejima Esed

Trump di beşa der heqê Sûriyeyê de rexneyên giran li rejima Esed kir û wiha axivî: "Çalakiyên rejima Beşar Esed a sûcda ên wekî zarokên mesûm jî di nav de dijî gelê xwe bi xwe bikaranîna çekên kimyewî her kesê mat hiştiye. Di rewşa bikaranîna çekên kimyewî yên ku hatine qedexekirin de tu welat dê di nav ewlehiyê de nebe. Ji ber wê DYAyê êrîşa fuzeyan bir ser baregeha asîmanî (ya ku lê êrîşa kimyewî hat kirin. Li Sûriyeyê divê rejima Beşar Esedê dîkator dawî li van êrîşên xwe bîne."

- Rexneya ser hikûmeta Venezûelayê

Serokê DYAyê Donald Trump got ku heke hikûmeta Venezûelayê "rêveberiya otorîter" a ser gel bidomîne, amade ne ku dijî vî welatî pêngavên din jî biavêjin. 

Trump qal kir ku wê welatê ji bo ji nû ve avakirina demokrasî û saziyên demokratîk divê civaka navneteweyî hesas be û got ku "Rewşa wir nayê qebûlkirin. Emê nerûnin û wê temaşe nekin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın