Dinya

"Em ê bi Iraqê ra hevkariyê bikin û PKKê ji Iraqê jî paqij bikin"

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Ez wisa bawer dikim ku emê bi Iraqê ra hevkariyeke berbiçav bikin û PKKê ji Iraqê paqij bikin."

Abdullah Tel  | 18.01.2018 - Rojanekırın : 18.01.2018
"Em ê bi Iraqê ra hevkariyê bikin û PKKê ji Iraqê jî paqij bikin"

Ankara

ANKARA

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşogluyê ku wê dawiya hefteyê biçe Bexdayê got: "Ez wisa bawer dikim ku emê bi Iraqê ra hevkariyeke berbiçav bikin û PKKê ji Iraqê paqij bikin."

Çavuşoglu beşdarî bernameya CNN Turkê bû û pirsên der heqê rojevê da bersivand û got ku Iraq di merheleya xwe berhevkirinê da ye û di vê pêvajoyê da Tirkiye jî piştgiriyê dide vê hewlê.

Wezîr Çavuşoglu destnîşan kir ku Iraq ji rûyê gavên xelet ên Amerîkayê îro ketiye vî halî û heke Amerîka heman gavên xelet bidomîne pêşeroja Sûriyeyê jî wê bikeve talûkeyê.

Di axaftina xwe da Çavuşoglu bal kişand ser Fransa û welatên din ên koalîsyonê yên di operasyona Reqayê da çek belavkiribûn û soz dabûn ku wê piştî operasyonê çekan berhev bikin û wiha pê da çû: "Ew li ser sozê xwe nesekinîn. Amerîka jî li ser sozê ku ji bo Minbicê dabû me, nesekinî."

Çavuşoglu diyar kir ku piştî daxuyaniya dawîn ew li bendê ne Amerîka gavên berbiçav biavêje û Tirkiye dev ji îhtimala operasyona bernade û taloq nake.

Wezîr Çavuşoglu wê dawiya hefteyê ji bo serdanê biçe Bexdaya paytextê Iraqê û wî bi bîr xist ku di ziyareta xwe ya dawîn da ji bo operasyona hevpar a dijî PKKê bi Serokwezîr Heyder el-Ebadî ra li hev kiribûn û wiha pê da çû: "Îstikrar û ewlehiya Sûriyeyê ji bo me çiqas muhîm be yên Iraqê jî ji bo me muhîm in. Ya muhîm ewe ev wek gavên berbiçav bên avêtin, ez wisa bawer dikim ku emê bi hevkariya bi Iraqê ra PKKê ji Iraqê paqij bikin."

-"Gelek komên cuda hene Kurdan temsîl bikin"

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu got ku ji Efrînê her roj êrîş li Tirkiyeyê tên kirin û wiha axivî: "Rêxistina terorê ji 3 aliyan êrîşî me dike. Em jî tedbîrên xwe hildidin û ev ji bo parastinê mafekî meşrû ye û li gorî hiqûqa navneteweyî jî mafê me ye. Em mecbur in midaxele bikin." 

Wezîr Çavuşoglu li CNN Turkê beşdarî bernameyekê bû û pirsên der heqê rojevê da bersivandin. 

Çavuşoglu got ku Tirkiye û Rûsya di hin mijaran de cuda difikirin lê ev sal û nîvek e bi hev ra bikordîne dixebitin û wiha axivî:

"29yê rêbendanê li Soçiyê Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê wê bê kirin. Di vê kongreyê de YPG cih nagire. Ji îdeolojiya YPGyê Kurdên din jî aciz in. Gelek komên cuda hene ku Kurdan temsîl bikin. Ji bo wan em bi Rûsya û Îranê re diaxivin. Ev kom wê bi îtifaqa 3 welatan beşdarî kongreyê bibin."

Wezîr Çavuşoglu der barê helwesta Rûsyayê ya bona operasyona Efrînê de jî got ku divê Rûsya dijî vê dernekeve. Çavuşoglu got ku êdî divê li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî çêbe û wiha dewam kir: 

"Li gorî min Amerîka an rastiyên Sûriyeyê nezane an jî dizane û înkar dike. Divê Amerîka ji Iraqê dersa xwe hilde. Daxwaza me ew e ku Amerîka pêngava biavêje. Em naxwazin li Sûriyeyê bi Amerîkayê re bên hemberî hev. Rêxistina terorê ji 3 aliyan êrîşî me dike. Em jî tedbîrên xwe hildidin û ev ji bo parastinê mafekî meşrû ye û li gorî hiqûqa navneteweyî jî mafê me ye. Em mecbur in midaxele bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.