Esed 8 hezar sivîlî dide sekinandin ku bimrin
Li Hemaya bajarê Sûriyeyê 8 hezar sivîl ev 40 roj e li bendê ne ku ji herêma rejima Esed derbasî herêma mixalifan bibin. Ji sedî 10ê sivîlan ji ber ku rejim nahêle alîkariyê mirovahiyê bigihêje herêmê mirin.
Hama
HAMA/ANKARA
Li Hemaya bajarê Sûriyeyê 8 hezar sivîl ev 40 roj e li bendê ne ku ji herêma rejima Esed derbasî herêma mixalifan bibin. Ji sedî 10ê sivîlan ji ber ku rejim nahêle alîkariyê mirovahiyê bigihêje herêmê mirin.
Li rojhilatê Hemayê rejima Esed û DEAŞ şer dike 8 hezar sivîlên di li herêma Eqrabatê di navbera herdu agiran da mane xwestin ku derbasî herêma mixalifan bibin.
Rejimê destûr da koma ku ji 300 malbatî pêk tê lêbelê ev 40 roj e tu kes derbas nebû.
Ehmed El Hemawiyê Serokê Meclisa Herêmî ya Eqrabatê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Kêmasiya nan û ar dibe ku bibe sedema xezeba mirovan. Rejimê soz da bû van kesan ku bira derbasî Hemayê û bakurê Îdlibê bibin. Ji ber vê ji Eqrabatê derketin û derbasî Geliyê Uzeybê yê ku 50 kîlometreyî dûrî herêmê ye bûn. Lêbelê 40 roj in li bendê ne. Ne konê wan hene ne jî sitargeheke wan."
Hemawî got ku ji ber birçîbûnê 7 zarok û kal û pîr mirin, malbat bi tenê şîrê pezên ku rejimê destûr dabû bi xwe ra bîbin vedixwin. Hemawî diyar kir ku malbat li bendê ne ku ji gelî derbasî Şêx Xelîla di destê rejimê da bin û ji wir jî derbasî Ruhcan û Sarhaya di destê mixalifan da ye bibin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.