Dinya

"Esed wê li ber gelê xwe û hiqûqa navneteweyî hesab bide"

Serokomarê Fransayê Macron got di heyama derbasbûnê de Esed wê wek muxatab bê qebûlkirin, lê paşê ji ber sûcên ku kirine li ber gelê xwe û hiqûqa navneteweyî hesab bide.

Türkan Tosun  | 18.12.2017 - Rojanekırın : 19.12.2017
"Esed wê li ber gelê xwe û hiqûqa navneteweyî hesab bide"

Ile-de-France

PARÎS

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got şerê li Sûriyeyê wê heta dawiya meha sibatê biqede, Beşşar Esed û nûnerên wî di heyama derbasbûnê de wek muxatab bêne qebûlkirin, lê paşê Esed divê ji ber sûcên ku kirine li ber gelê xwe û hiqûqa navneteweyî hesab bide.

Macron di Kanala 2emîn a Fransayê de beşdarî bernameyekê bû û pirsên der barê rojevê de bersivandin.

Di bernameyê de Macron behsa geşedanên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn kir û got şerê li Sûriyeyê wê heta dawiya meha sibatê biqede, Beşşar Esed li ser wezîfeyê bimîne û bi wî û nûnerên wî re diyalog dewam bikin.

Macron got Rûsya û Îranê şer qezenc kirin û Esed jî wê ji ber parastina wan hebe û wiha dewam kir: "Beşşar dijminê gelê Sûriyeyê ye, dijminê min jî DEAŞ e."

Macron anî ziman Esed divê ji ber sûcên ku kirine li ber gelê xwe û hiqûqa navneteweyî hesab bide.

Macron hefta borî daxuyandibû artêşa Fransayê di çarçoveya koalîsyona navneteweyî de wê operasyona ku ji îlona 2015an vir va didomîne bide sekinandin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê roja pêncşemê daxuyandibû ku Sûriye ji DEAŞê hatiye paqijkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.