Dinya

Eşîretên Ereb ên Mûsilê dixwazin PKK ji Şengalê derkeve

Li ser navê Eşîretên Mûsilê Şêx Sebah El Ebd: "Em ji çekdarên PKKyê daxwaz dikin ku di zûtirîn demê de Şengalê terk bikin. Lewra hebûna wan li Şengalê metirsî ye li ser xelkê herêmê. Herwiha PKK sedema serekî ye ku xelk venagere û bajêr avadan nabe."

Azat Muhammet  | 26.04.2017 - Rojanekırın : 27.04.2017
Eşîretên Ereb ên Mûsilê dixwazin PKK ji Şengalê derkeve

Dahuk

DIHOK

Eşîretên Ereb ên Mûsilê der barê mayîna rêxistina terorî PKKyê li Şengalê nerazîbûn nîşan dan û daxwaz kirin ku PKK di zûtirîn demê de Şengalê terk bike.

Eşîretên wek Şamer, Ciheş, Tay, Hedîdî, Reşîd, Cibûr, Neîm, Lehîb, Sade el-Muemmer, Xezrec, Ebbasîn, Elqez, Baxare, Duleymi, Sabavin, Zobih, Ebu Selame, Ubeyd, Serabîn û Ebû Xalid bi tevahî 20 eşîretên ereb ên Mûsilê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Li ser navê Eşîretên Mûsilê Şêx Sebah El Ebd di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ew li dijî mayîna PKKyê li Şengalê ne.

Sebah El Ebd di civîna çapemeniyê ya li Walîtiya Dihokê hat sazkirin de wiha axivî:

"Em ji çekdarên PKKyê daxwaz dikin ku di zûtirîn demê de Şengalê terk bikin. Lewra hebûna wan li Şengalê metirsî ye li ser xelkê herêmê. Herwiha PKK sedema serekî ye ku xelk venagere û bajêr avadan nabe."

El Ebd, destnîşan kir ku êriş di rûyê PKKyê de tên kirin û sedema serekî ya zayiatan dîsa ew e û wiha nirxandin kir:

"Hewcehiya Şengalê bi PKKyê tuneye. Berevajiyê vê PKK bajêr xera dike. PKKyê saziyên dewletê dagir kirine û nahêle îşê xwe bikin."

Herwiha ragihand ku ew wek eşîretên Mûsilê ji hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê û Meclisa Iraqê daxwaz dikin ku PKKyê ji Şengalê derxin û îstiqrarê bînin herêmê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.