Dinya

"Ez hêvî dikim Barzanî ji wê biryara şaş vegere"

Serokomar Erdogan: "Ez hêvî dikim ku heta 25ê mehê Birêz Barzanî û ekîba wî demildest dev ji vê biryara şaş berdin û rêveberiya herêmî ya Bakurê Iraqê xebata xwe ya berdewam bidomîne."

Elif Orhan  | 20.09.2017 - Rojanekırın : 21.09.2017
"Ez hêvî dikim Barzanî ji wê biryara şaş vegere"

Ankara

NEW YORK

Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Otêla New York Plazayê di Korbenda Kar a Kurewî ya Bloombergê de diaxive.

Serokomar Erdogan got: "Li Sûriyeyê DEAŞa rêxistina terorê heye lê bakurê Sûriyeyê jî rêxistineke terorê ya din heye. Ev rêxistina terorê jî şaxeke PKKya rêxistina terorê ya li Tirkiyeyê ye. PYD/YPGya rêxistina terorê rêxistineke din a terorê ye ku niha Amerîka di operasyona Reqayê de dijî DEAŞa rêxistina terorê pê re têkoşînê dide. Ez nikarim fehm bikim welatekî ku bi demokrasiyê bawer e bi hevkariya rêxistineke terorê rêxistineke din a terorê tune bike."

Serokomar Erdogan got: "Piştgiriya ku ji Iraqê ji bo van rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê hatiye 3 hezar TIRî derbas bûye. Di nav wan de tank hene, top hene, wesayîtên bizirx ên giran hene, cebilxane heye ji ser 3 hezar tirî. Niha ez wek Tirkiye difikirim, kî dikare temînata wê bide min ku ev hemû çekên giran ên ku hatine Bakurê Sûriyeyê siberok dijî min nayên bikaranîn?"

"Em ê di civîna xwe ya di MGKê de mueyyideyên çawa tetbîq dikin, em ê biryara vê bidin"

Serokomar Erdogan derbarê nîqaşên referandûma li HKIyê de got, "Min nûnerên xwe yên taybet ji Birêz Barzanî re şand in, min got ku 'Nebî bikevî nav şaşiyeke wisa, em welatekî wisa ne ku me di tengasiya we de her cure arîkarî daye we. Hûn cîranekî me ne ku bi me re 350 kîlometro sînorê me heye, em cîran in. Li ba me xizmên we hene, heman awayî li ba we jî xizmên me hene. Lê binêrin şaşiyeke wiha nekin.' Mixabin ku niha ev şaşî kirine. Di 27ê mehê de civîna min a Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) hebû. Me ji ber rojeva Neteweyên Yekbûyî ev civîn hilda 22yê mehê. Em vegerin hema demildest roja înê li Enqereyê Lijneya xwe ya Ewlehiya Neteweyî dicivînin. Em ê di civîna xwe ya di Lijneya Ewlehiya Neteweyî de mueyyideyên çawa tetbîq dikin, em ê biryara vê bidin."

Serokomar Erdogan wiha axivî, "Ez hêvî dikim ku heta 25ê mehê Birêz Barzanî û ekîba wî demildest dev ji vê biryara şaş berdin û rêveberiya herêmî ya Bakurê Iraqê xebata xwe ya berdewam bidomîne."

"Pêngavên divê em der barê fuzeyên balîstîk de biavêjin jî hene"

Serokomar Erdogan: "Wek Tirkiye dema ku li Sûriyeya ber serê min S-400 hebin divê ez jî di nav wê hewlê de bim ku S-400 belkê S-500 heta S-600ê min hebin. Ev pêngavên wisa ne ku em divê ji bo parastina xwe biavêjin. Pêngavên divê em der barê fuzeyên balîstîk de biavêjin jî hene. Ev peywira rêveberekî ye ji bo parastina dewleta xwe, ji bo parastina 80 milyon Tirkiyeyê ye. Ji bo vê çi hewce dike em ê ji Ayê heta Zyê bikin."

Serokomar Erdogan got, "Niha em ê roja duşemê bi birêz Pûtîn re bên bal hev, em ê li ser telefonê biaxivin lê em ê roj pêncşemê bi hev re şîvê bixwin. Van geşedanan li Sûriyeyê çi dibe çi diqewime em ê ser wan biaxivin."

Têkiliyên Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê

Serokomar Erdogan derbarê têkiliyên Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê de wiha axivî: "Ez jî dibêjim ku lêvegerê biryarê ew in. Ew bila derî ser me bigirin em ê biryarê hêsan bidin. Em zehf jî meraqdar nîn vê jî bibêjim lê ew dixwazin ku Tirkiye ji wir bireve na, em tu carî ji mînderê nereviyan. Nabin ji wan kesên ku ji mînderê direvin. Bila biryara xwe bidin biryara me hêsan e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın