Dinya

FARC partiyê ava dike

FARC ji bo di têkoşîna siyasî ya welêt da cî bigire partiyê ava dike, rêxistinê di 1ê îlonê da partiyê îlan bike.

25.07.2017 - Rojanekırın : 27.07.2017
FARC partiyê ava dike

Bolivar

BOGOTA

Hêzên Şoreşgerên Çekdar ên Kolombiyayê (FARC) ji bo di têkoşîna siyasî ya welêt da cî bigre partiyê ava dike, rêxistinê di 1ê îlonê da partiyê îlan bike.

Ivan Marquez û Carlos Antonio Lozadayê ji rêveberên FARCa ku bi hikûmetê ra peymana aştiyê çêkir û dev ji çekan berda der barê xebatên avakirina partiyê da daxuyanî da.

Maquezê ku di hevdîtinên hikûmet û rêxistinê da sermizakerevanî dikir diyar kir ku ew ê di dawiya tebaxê da kongreya avakirinê ya ku rêveberiyê û nexşerêyê eşkere dike li dar bixin.

Marquez destnîşan kir ku ew ê di 1ê îlonê da li Meydana Bolîvarê ya dîrokî ya li Bogotayê partiyê îlan bikin.

Marquez bal kişand ser niqaşên der barê pêkanîna peymana aştiyê yên li Kongreya Kolombiyayê de û got, "Hêviya min ew e ku Kongre li gor peymana aştiyê ya ku civak bi hesreta wê ye tevbigere."

Marquez diyar kir ku êdî di sûîqestên van demên dawîn ên li dijî serokên herêmî da milîtanên FARCê jî dibin hedef û got ku ew ji ber vê yekê bi fikar in.

Yekeya Defensoria del Puebloya girêdayî Serokatiya Dewletê ya ku li ser mafên mirovan dixebite diyar kiribû ku ji destpêkirina pêvajoya çekdanînê hetanî îro 5 milîtanên FARCê hatine kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.