Dinya

Fehriye Erdal wê li Belçîkayê bê darizandin

Dadgeha Brûggeya Belçîkayê biryar da ku Fehriye Erdala endama DHKP-Cya rêxistina terorê ku yek ji failên sûîkasta karsaz Ozdemir Sabanci ye, li Belçîkayê ji ber sûcên li Tirkiyeyê kiriye bê darizandin.

25.05.2016 - Rojanekırın : 26.05.2016
Fehriye Erdal wê li Belçîkayê bê darizandin

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

BRUKSEL

Dadgeha Brûggeya Belçîkayê biryar da ku Fehriye Erdala endama DHKP-Cya rêxistina terorê ku yek ji failên sûîkasta karsaz Ozdemir Sabanci ye, li Belçîkayê ji ber sûcên li Tirkiyeyê kiriye bê darizandin.

Fehriye Erdala ku ji hefsa malê revî, beşdarî rûniştina Dadgeha Brûggeyê nebû. Dozger got ku divê Fehriye Erdal ji ber sûcên wekî kuştina karsaz Ozdemir Sabanci, Midûrê Giştî yê Toyotasayê Halûk Gorgun û sekreter Nîlgun Hasefe, li Belçîkayê were darizandin.

Dozgerê ku parêzerên her du aliyan guhdar kir derbarê Erdalê da biryara darizandina giyabî da. Heke Erdal di encama dozê da sûcdar bê dîtin wê heta 20 salî cezayê hefsê bixwe.

-Sûîkasta Sabanci

Karsaz Sabanci digel Midûrê Giştî yê Toyotasayê Haluk Gorgun û sekreter Nilgun Hasefe di 9ê kanûna 1996an da li Sabanci Centera Stenbolê ji aliyê terorîstên DHKP-Cyê va hatin kuştin.

Hat tespîtkirin ku Fehriye Erdal, Îsmaîl Akkol û Mustafa Duyar ev sûîkast li dar xist. Duyar hat qefaltin û di serhildaneke li hefsê da di sala 1999an da hat kuştin. Erdal û Akkol jî revîn. Akkolê ku li Yewnanistanê hat darizandin piştî ku serbest hat berdan di meha kanûnê da bi rêyên dereqanûnînî derbasî Tirkiyeyê bû.

Erdal jî li bajarê Knokkeyê ya Belçîkayê bi pasaporteke sexte va hat qefaltin û li vir hat darizandin. Erdal nêzî salekê di girtîgehê da ma û paşê jî cezayê hepsa malê danê. Erdalê di adara 2006an da, ji hefsa malê firar kir. Rayedarên Belçîkayê îdia dikin ku ew nizanin Erdal li ku derê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın