Dinya

FETO di rapora terorê ya Emrîkayê da ye

Di Rapora Welatan a Terorîzma 2016an a Wezareta Karên Derva ya Emrîkayê da cara ewil qala Rêxistina Terorî ya Fetullahî hat kirin.

İbrahim Atmaca  | 20.07.2017 - Rojanekırın : 20.07.2017
FETO di rapora terorê ya Emrîkayê da ye

Washington DC

WASHINGTON

Wezareta Karên Derva ya Emrîkayê Rapora Welatan a Terorîzma 2016an weşand û di beşa Tirkiyeyê da Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO) cara ewil di raporê da cih girt. Her wiha di raporê da qala PYD/YPGa şaxa Sûriyeyê ya PKKê jî hat kirin.

Di beşa li ser Tirkiyeyê da bal hat kişandin ku Tirkiye PKK û DEAŞ di serî da, bi rêxistinên terorî ra têkoşînê dide û êrişên ku di sala 2016an da li Tirkiyeyê hatin kirin, li lîsteya êrişên terorî hatin zêdekirin.

Di raporê da hat gotin ku Lijneya Ewlehiya Millî FETO di 26ê gulana 2016an da wek rêxistina terorî pênase kir û wiha hat gotin: "Hikûmet tevgera Gulen wek berpirsê hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê dibîne."

Herwiha di raporê da hat gotin ku li gor daneyên hikûmetê "Ji 22yê mijdarê pê va ji 86 hezaran zêdetir wezîfedarên qamûyê yên ku bi FETO ra têkildar in, ji qamûyê hatin îxrackirin û ji 8ê cotmehê pê va bi hinceta ku têkiliyê wan bi FETO ra hene nêzî 35 hezar kes hatin girtin."

Di raporê da bal hat kişandin ku PKKê di 2016an da li Tirkiyeyê êrişên terorî didomîne, hat gotin ku li gor daneyên Ajansa Anadoluyê Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ji tîrmeha 2015an heta niha 8 hezar terorîstên PKKê kuştin, birîndar kirin an jî bi dest xistin.

Ji aliyekî din va di vê maweyê da hejmara hêzên ewlehiyê yên ku di êrişên PKKê da şehîd bûn jî ji 750î zêdetir in.

Li gor raporê Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) ku şaxa PKKê ye jî êrişên xwe yên li dijî hêzên ewlehiyê, binesaziyan û tesîsên tûrîstîk zêde kirin, DHKP-Cya ku Marksîst-Lenînîst û li dijî Emrîka û NATOyê ye jî fealiyetên xwe dewam kir.

Li gor rapora wezaretê di lîsteya welatên ku piştgiriyê didin terorê da Îran, Sûdan û Sûriye hene.

Li gor raporê li gor 2015an di sala 2016an da êrişên terorî ji sedî 9 kêm bûne.

Li gor raporê li giştiyê dinyayê di sala 2015an d 11 hezar û 774 êrişên terorî çêbûn, di sala 2016an da ev hejmar daket 11 hezar û 72yan. Hejmara kesên ku di êrişên terorî da mirin jî 28 hezar û 328an daket 25 hezar û 621 kesan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın