Dinya, Nûçeyên analîzê

Gelo wê pêşerojeke Mûsilê hebe?

Hindik ma mehek biqede ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rizgarkirina Mûsîlê îlan kir. Xuya dike ku ji nû va avakirina bajêr wê gelekî zehmet be.

Türkan Tosun, Haydar Şahin, Nihat Kavşut, Fatih Gazioğlu  | 09.08.2017 - Rojanekırın : 10.08.2017
Gelo wê pêşerojeke Mûsilê hebe?

London, City of

LONDRA

Hindik ma mehek biqede ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rizgarkirina Mûsîlê îlan kir. Xuya dike ku ji nû va avakirina bajêr wê gelek zehmet be.

Şer 8 mehan dewam kir û bû sedema wêranbûna bajêr. Niha him ji bo Iraqê û him jî ji bo nunerên wan ên siyasî car din avakirina çavkaniyên debarê pir girîng e. Nifûsa Mûsilê milyonek û nîv bû, lê ji wê gelek hê jî nezivirîne bajêr.

Astengiya herî mezin a ku divê ji holê bê rakirin li Mûsilê ew e ku ewlehî cardin pêk bê û gel di nav ewlehiyê de bijî. Mirov ditirsin ku Heşdî Şe'bî ji bo ku tola xwe bistîne tevbigere. Ev tişta ku jê ditirsin rast e lewra hin rapor nîşan didin ku bûyerên bi vî rengî çebûne. Lê ev wek "cezakirin" hatin qebûlkirin û zêde çênebûn. Li Mûsilê hewl tê dayîn ku pevçûnên mezhebî çenebin.

Xaleke girîng a ku balê dikişîne jî ew e ku operasyona Mûsilê ji hêla hêzên ewlehiyê, bêyî ku Haşdî Şebî beşdar bibe çêbû. Bi rastî jî hêza leşkaran a ku navê wê "Tumena Zêrîn" e dema ku operasyon kir li bajêr gav bi gav pêş va çû hewl da ku sivîlan biparêze. Gelê sivîl jî piştgireyeke mezin da vê tumenê.

- Avakirina Mûsilê

Bi taybetî li rojavayê Mûsilê ji ber şerê nav bajêr avahî û binesazî zirareke mezin dît. Avakirina bajêr demeke dirêj dixwaze û divê di navbera rêveberên herêmî, meqamên neteweyî û navneteweyî da digel kordînasyoneke xurt aboriyeke bi milyar dolaran lazim e. Ji ber ku paşxaneya Iraqê di vî warî da qirej e, yanê ji ber gendelî, îdareya xirab û ewlehiyê serê dewletê zehf êşiyaye, ji bo çareserkirina kêmiyan divê serokwezîr, kabîne û aktorên navneteweyî hewleke mezin bidin.

Wezîrê Planlansaziyê Selman el-Cumeylî hefteya derbas bû der barê bajarên ku ji destê DEAŞê hatibûn xilaskirin plana pêşketinê ya 10 salan eşkere kiribû. Tê texmînkirin ku bihayê vê planê wê nêzî 100 milyar dolar be. Ev fon jî wê bi krediyên navneteweyî û hibeyan va bê komkirin. Lê gelek pispor dibêjin ji ber abaoriya Iraqê ev planeke birîsk e.

Ji bo hilbijartinên eyaletan û ya giştî demeke hindik ma, dibe ku DEAŞ ji bo ku astengiyan derxe pêşiya hemû pêvajoyên dewletê û pêşketinê hin tiştan bike. Ew ê êrîşî binezasiyê jî bike. Ji bo vê em dikarin mînaka Mûsilê bidin, DEAŞê li wê derê gelek dafikên teqemeniyan di şebekeya avê da bi î kiriye. Tevdîrên ku ji bo pêkanîna hizûr û ewlehiyê bên girtin ji bo aramiya herêmê girîng in.

Xirabbûna Mûsilê eşkere ye, herkes dikare bibîne. Xeyret û dîrayeteke ku rayedarên Iraqê ji bo avakirina bajêr û îstiqrara herêmê nîşan bidin zehf girîng e. Ji 26 projeyên înşaetê yên ku bi tesdîqa hikûmeta Iraqê dest pê kirin hinekên wan çêdikin. Ev ji bo tesîsa ewlehiyê zehf bikêr hatin. Ji bo bi hezaran kes dîsa vegerin herêmê ev ê bibe teşwîqeke baş.

[Seed Ebdilbarî di mijara Iraqê da pispor e, li Bernameya Efrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn a Chatham Houseyê asistanê lêkolîneriyê ye]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.