Dinya

Hejmara kesên di lehiyên li Hindistanê da mirin zêde bû

Hejmara kesên di lehiya li rojavayê Hindistanê ji ber barana mûsonê rabû de mirin derket 218an

Sevim Hatun  | 01.08.2017 - Rojanekırın : 01.08.2017
Hejmara kesên di lehiyên li Hindistanê da mirin zêde bû

Ankara

ANKARA

Hejmara kesên di lehiya li rojavayê Hindistanê ji ber barana mûsonê rabû de mirin derket 218an.

Li gorî nûçeya BBCyê, rayedarên hikûmetê ragihand ku di du rojên dawî de piştî ku ava lehiyê vekişiya zêdetirê 100î cesed hatin dîtin.

Rayedaran ragihand ku hejmara kesên li eyaletê di lehiyê de mirin gihîşt 218an, tê texmînkirin ku lehiyê bandor li ser zêdetirê 450 kesî kir.

Li gor nûçeyên ji ser medyaya herêmî hatin belavkirin, kesên ji ber lehiyê gundên xwe terikandibûn, hêdî hêdî vedigerin cî û warên xwe.

Li Hindistanê 20 eyalet di bin bandora baranên mûsonê de mabûn. Herwiha li eyaleta Assamê jî gelek kes miribûn û gelek kesan jî cî û warên xwe terikandibû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.