Dinya

"Hemû ciyên ku PKK/PYD/YPG lê ne ji bo Tirkiyeyê hedef in"

Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettin Canîkl: "Hemû ciyên ku PKK/PYD/YPG lê ne ji bo Tirkiyeyê hedef in. Bêguman em ê mafê xwe yê midaxeleyê yê ku hiqûqa navneteweyî dide me bi kar bînin."

Ekip  | 22.11.2017 - Rojanekırın : 23.11.2017
"Hemû ciyên ku PKK/PYD/YPG lê ne ji bo Tirkiyeyê hedef in"

Ankara

MECLIS

Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettin Canîklî der barê têkoşîna li dijî rêxistina terorî PKK/YPGê de got: "Hemû ciyên ku PKK/PYD/YPG lê ne ji bo Tirkiyeyê hedef in. Bêguman em ê mafê xwe yê midaxeleyê yê ku hiqûqa navneteweyî dide me bi kar bînin."

Wezîrê Parastina Neteweyî Canîklî li Meclisê axivî û der barê mijarên rojevê de nirxandinên giring kirin.

Li ser sîstema parastinê ya ku dê ji Rûsyayê were kirrîn Canîklî wiha agahî da: "Tê plankirin ku teslîmata yekemîn a pergala S-400î di 2019an da were kirin. Bi Rûsyayê ra ji bo peydakirina pergala S-400î peyman hat îmzekirin. Li gor peymanê yek jê opsiyon wê 2 pergalên S-400î bên peydakirin."

Ji bo mucadeleya li dijî FETO jî got:

"Piştî hewla derbeyê 8 hezar û 570 personelên ku têkiliya wan bi FETO ra hat tesbîtkirin, ji TSKê hatin îxrackirin. Di nav van personelan da 150 general, 4 hezar û 630 sûbay hene."

Canîklî got ku skandala di tetbîqata NATOyê de, wê tu carî bêyî bersiv nemîne.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın