Dinya

Herêma Kurdistan bûyerên piştî girtina Kerkûkê dike belge

Berpirsê Rêxistina Parêzeran li Herêma Kurdistanê Iyad Kakeyî: "Karê me rizgarkirina belgeyan e ji windabûnê û jinavbirinê. Tiştê herî giring ew e ku qurbaniyên hene werin belgekirin."

Hemn Baban  | 21.11.2017 - Rojanekırın : 22.11.2017
Herêma Kurdistan bûyerên piştî girtina Kerkûkê dike belge

Arbil

HEWLÊR

Berpirsê Rêxistina Parêzeran li Herêma Kurdistanê Iyad Kakeyî, diyar kir ku divê di guftûgoyên dahatû yên navbera Herêm û Bexdayê de behsa tezmînkirina ziyana wan bûyeran were kirin.

Iyad Kakeyî, li ser bûyerên dawiyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê civîneke çapemeniyê li dar xist û destnîşan kir ku ew ji sala 2003an û vir ve tawanên Rejima Beesê, DEAŞê, Heşda Şebiyê û hikûmeta Iraqê qeyd dikin û ev hemû di çarçoveya tawana cengê de tên jimartin.

Kakeyî anî ziman ku ew qeydkirin û belgekirina van bûyeran wek wezîfeya xwe dibînin û ji Xaneqînê heta Zaxoyê gelek parêzer bi vê wezîfeyê re rabûne.

Iyad Kakeyî wiha axivî:

"Karê me rizgarkirina belgeyan e ji windabûnê û jinavbirinê. Tiştê herî giring ew e ku qurbaniyên hene werin belgekirin. Divê hemû tawan bi belge werin selimandin. Dema ku guftûgo di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê kir tiştê ewil ew e ku ev belge bên pêşkêşkirin. Niha Tûzxurmatûyê ziyaneke mezin dîtiye, lê civaka navneteweyî xwe li hemberî vê bêdeng kiriye û di hundir de jî dengekî bilind li dij vê derneketiye.

Serokê Rêxistina Geşepêdanê ya Amerîka û Xizmetguzariya Mirovî Azad Semîn jî di civîna çapemeniyê de diyar kir ku dê herdu rêxistin bûyerên piştî 16ê Çiriya Pêşîn bibelge bikin û hewl bidin ku ziyan were tezmînkirin.

Azad Semîn anî ziman ku ew bûyerên heta niha li Herêma Kurdistanê û Iraqê rû dane bi awayekî profesyonel nehatine qeydkirin, loma jî ew dixwazin bixin bin qeydê di dema pêwîst de sûdê ji wan werbigirin.

Azad Semîn got ew ne ser bi tu partî û aliyekî siyasî ya hikumî ne, ew piştgiriyê ji tu kesî nastînin û xebata xwe dimeşînin.

Herwiha bal kişand ser wê yekê ku ne tenê Kurd, Tirkmen û Ereb jî zirarmendên van bûyeran in û loma jî ewê pêşî agahiyan kom bikin piştre bikin belge da ku werin tezmînkirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın