Dinya

Heşda Şabî ket Kerkûkê KRGê nîvê bîrên pêtrolê ji dest da

Hikûmeta navendî ya Iraqê piştî 3 salan dîsa kontrola Kerkûkê bi dest xist, tê gotin ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî li vê der êdi rojê da 300 hezar warêl pêtrol derdixist û êdî ew ji dest çû.

Haydar Şahin, Nihat Kavşut  | 20.10.2017 - Rojanekırın : 21.10.2017
Heşda Şabî ket Kerkûkê KRGê nîvê bîrên pêtrolê ji dest da

Baghdad

BEXDA

Hikûmeta navendî ya Iraqê piştî 3 salan dîsa kontrola Kerkûkê bi dest xist, tê gotin ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî li vê der êdi rojê da 300 hezar warêl pêtrol derdixist û êdî ew ji dest çû.

DEAŞa rêxistina terorê di 2014an da êrîşî bajêr kiribû pêşmergeyên Barzaniyê Serokê HKIyê kontrola bîrên pêtrolê bi dest xistibûn.

Hêzên Iraqê Şirketên Pêtrol Xaza Siruştî ên Bakur û bîrên li Baba Gurgur, Bay Hesena Bakur, Bay Hesena Başûr, Avana, Cembûr û Habbazê bêyî pevçûn ji pêşmergan sitand û derbasî kontrola hikûmeta navendî kirin.

Wek mayîn Barzanî kontrola Kerkûk-Ceyhana xeta herî mezin a pêtrolê jî da der.

Asim Cîhadê Berdevkê Wezareta Neftê ya Iraqê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Herêma Kurdistana Iraqê her çiqas derbarê derxistin û firotina neftê da agahî û îstatîstikên şefaf tunebin jî li bakur rojê qederê 800 hezar warêl neft îxrac dike. Jê ji 300 hezar warêlî zêdetir ya qadên neftê yên Bay Hesen û Avanayê ye."

Herêma Kurdistana Iraqê ji nefta vê herêmê mehê qederê 4,5 û 5 milyon dolar qezenc dikir. Tê zanîn li Kerkûkê rezerva neftê qederê 13 milyar warêl e. Ev jî ji sedî 12ê rezerva li welêt e.

Hemze Cewahirê pisporê vejenê yê ji Iraqê wiha got: "Rêvebiriya navendî ya Iraqê li Kerkûk û herêmên binîqaş ji sedî sedê qadên neftê hilda destê xwe.

Cewahirî destnîşan kir gelek caran dijî xeta neftê ya Kerkûk-Ceyhanê êrîş hatine kirin û wiha got: "Pêşmerge dema ji qadên neftê yên li Kerkûkê vekişiyan agir berdan Bay Hesen û Avanayê. Çêkirina xeta neftê dibe ku 6 mehan biajo."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.