Dinya

"Hevdîtina vîzeyê ya di navbera heyetên Tirkiye û DYAyê da baş derbas bûn"

Rayedarekî payebilind yê Wezareta Karên Derva yê DYAyê: "Hevdîtinên li Tirkiyeyê hatin kirin baş derbas bûn. Ji bo ku pêvajoya vîzeyê normalîze bibe û çareserkirina hin xalên girîng, em ê herdem bi Tirkiyeyê re di nav têkiliyê de bin."

Fatih Gazioğlu  | 19.10.2017 - Rojanekırın : 19.10.2017
"Hevdîtina vîzeyê ya di navbera heyetên Tirkiye û DYAyê da baş derbas bûn"

Washington DC

WASHINGTON

Rayedarekî payebilind yê Wezareta Karên Derva yê DYAyê li ser hevdîtinên Jonathan Cohenê Arîkarê Misteşarê Wezareta Karên Derva yên ku li Tirkiyeyê got ku hevdîtin baş derbas bûn.

Rayedarê DYAyê nexwest navê wî eşkere bê nivîsandin û der heqê krîza vîzeyê ya di navbera Tirkiye û DYAyê de hin agahî dan. Rayedar bi bîr xist ku Cohen li Tirkiyeyê bi lijneyekê hin hevdîtin kiribûn û wiha axivî:

"Hevdîtinên li Tirkiyeyê hatin kirin baş derbas bûn. Ji bo ku pêvajoya vîzeyê normalîze bibe û çareserkirina hin xalên girîng, em ê herdem bi Tirkiyeyê re di nav têkiliyê de bin. Em li ser avakirina komîteyeke hevkar û terîfa karê wê jî axivîn. Encama vê biryarê wê di demeke kin de diyar bibe."

Balyozxaneya Enqereyê ya DYAyê eşkere kiribû ji bo ku jimara ziyaretvanên ku diçin balyozxane û konsolosxaneyan daxin asta herî kêm xizmetên vîzeyê yên li hemû mîsyonên dîplomatîk ên DYAyê yên li Tirkiyeyê dane rawestandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın