Dinya

"Hezar û 500 kesên di nav refên DEAŞê de şer dikirin, vegerîn welatên Ewropayê"

Kordînatorê Têkoşîna Dijî Terorê yê YEyê Kerchove: "Li gor daneyên YEyê, hezar û 500 kesên li Sûriye û Iraqê di nav refên DEAŞa rêxistina terorê de şer dikirin, vegerîn welatên Ewropayê."

Sevim Hatun  | 18.10.2017 - Rojanekırın : 19.10.2017
"Hezar û 500 kesên di nav refên DEAŞê de şer dikirin, vegerîn welatên Ewropayê"

Tunisia

TÛNIS

Kordînatorê Têkoşîna Dijî Terorê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Gilles de Kerchove got ku hezar û 500 kesên li Sûriye û Iraqê di nav refên DEAŞa rêxistina terorê de şer dikirin, vegerîn welatên Ewropayê.

Kerchoveyê ku di çarçoveya hevdîtinên fermî de hat Tûnisê, li vir bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Tûnisê, Wezîrê Parastin û Dadê re hat bal hev. Di civînê de li ser têkoşîna dijî terorê, hevkariya ewlehiyê hat rawestin.

Kerchove piştî civînan li avahiya YEyê ya li Tûnisê civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got, "Li gor daneyên YEyê, hezar û 500 kesên li Sûriye û Iraqê di nav refên DEAŞa rêxistina terorê de şer dikirin, vegerîn welatên Ewropayê."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın