Dinya

Hinduyan êrişî misilmanên ku xwestin çêlekê serjê bikin kirin

Li Haryanaya eyaleta Hindistanê êrişî malbatên misilmanên ji Arakanê yên ku xwestin di Eyda Qurbanê da çêlekê serjê bikin kirin

Haydar Şahin  | 03.09.2017 - Rojanekırın : 03.09.2017
Hinduyan êrişî misilmanên ku xwestin çêlekê serjê bikin kirin

Ankara

ANKARA

 Li Haryanaya eyaleta Hindistanê êrişî malbatên misilmanên ji Arakanê yên ku xwestin di Eyda Qurbanê da çêlekê serjê bikin kirin.

Li gor xeberên çapemeniya herêmî, 45 malbatên ku ji misilmanên Arakanê pêk tên û li Mujeriya gundê Hryanayê dijîn ji bo ku di qurbanê da serjê bikin 2 çêlek kirîn, lêbelê ji ber ku di baweriya hinduyan da çêlek pîroz e gundiyên herêmê bertek nîşan dan.

Şakir Ehmedê misilmanê ji Arakanê diyar kir ku ji gundiyên hindu yên ku li dijî serjêkirina çêlekan derketine ra gotine dev ji qurbanê berdane û ew ê çêlekan bibin li bazarê bifiroşin.

Ehmed destnîşan kir ku ligel vê 15-20 gundiyên hindu hatin herêma ku lê dijîn û çêlek serbest berdan, êrişî mislimanên ji Arakanê kirin û 4 kes birîndar kirin.

Li welêt di demeke nêz da gelek caran ji ber ku goşt dixwin û heywanan dibin mezbaxaneyê êrişî misilmanan kiribûn.

Cuneyd Xanê 16 salî yê ciwanê misilman di meha hezîranê da çaxa bi trênê ji Mathurayê diçû Delhiya Teze ji ber ku li cem wî goşt hebû rastî êrişa komeke bikêr hatibû û paşê jî miribû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.