Dinya

HKI dê ji nû ve heyetê bişîne Bexdayê

Hat argihandin ku Serokomarê Iraqê Mesûm û Serokê HKIyê Barzanî di mijara di nav du rojan de ji bo ku li ser referandûmê hevdîtinê bikin heyeteke payebilind bişînin Bexdayê de li hev kirin

Elif Orhan  | 20.09.2017 - Rojanekırın : 21.09.2017
HKI dê ji nû ve heyetê bişîne Bexdayê

Baghdad

BEXDA

Hat argihandin ku Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî di mijara di nav du rojan de ji bo ku li ser referandûmê hevdîtinê bikin heyeteke payebilind bişînin Bexdayê de li hev kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serokomariya Iraqê hat dayîn de hat diyarkirin ku Mesûm li bajarê Silêymaniyê bi Barzanî re li ser referandûmê hevdîtin kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di civînê de biryar hat dayîn ji bo ku li ser referandûmê hevdîtinê bikin dê di nav du rojan de heyeteke payebilind bişînin Bexdayê."

Mesûm çû Silêymaniyê û bi Barzanî û Hêro Talebaniya xanima Celal Talebaniyê serokomarê berê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) re hevdîtin kiribû.

Hin aliyên siyasî yên li Bexdayê ji bo ku helwesta xwe ya hember referandûma navborî bi safîtî diyar nekiriye Serokomar Mesûmê YNKyî gelekî rexne dikin.

Ji bo ku Mesûm bi destê parlementoyê ji peywir bê dûrxistin xebata berhevkirina îmzeyan tê kirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.