Dinya

HKIyê "îdiayên der barê xwepêşandanên li Îranê de" derewand

Serokwezîrê HKIyê Barzanî: "Îdiayên dibêjin ku midaxaleyî xwepêşandanên li Îranê kirine bi temamî komedî ye, ji rastiyê dûr in. Destê hikûmeta Kurdistanê di pirsgirêkên Îranê de tune"

Elif Orhan  | 07.01.2018 - Rojanekırın : 08.01.2018
HKIyê "îdiayên der barê xwepêşandanên li Îranê de" derewand

Arbil

HEWLÊR

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku îdiayên dibêjin ku li pişt xwepêşandanên li Îranê rola HKIyê heye derew in.

Barzanî Polîtburiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya li bajarê Silêmaniyê ziyaret kir û bi Berpirsyarê Polîtburoya YNKê Mele Bextiyar re civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Barzanî der barê îdiayên dibêjin ku rola HKIyê di xwepêşandanên li Îranê de heye wiha axivî: "Îdiayên dibêjin ku midaxaleyî xwepêşandanên li Îranê kirine bi temamî komedî ye, ji rastiyê dûr in. Destê hikûmeta Kurdistanê di pirsgirêkên Îranê de tune. Îran cîranekî me yê girîng e. Me wek hikûmet her dem xwest ku têkiliyên me yên bi Îranê re baş bin. Siyaseta me ya di vê warê de jî dê dewam bike. Em dê tu carî nebin alîkar ku ewlehiya Îranê bixin xetereyê. Bereksê wê tiştê ku li Îranê diqewime bi temamî mijara navxweyî ya welêt e."

Barzanî qala mijara çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û şandina mehaneyên karmendan jî kir û got ku "Helwesta me eşkere ye, em amade ne ku di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de hemû pirsgirêkên ku ji sala 2005an vir ve hene amade bikin. Heke Bexda amade be em jî amade dibin."

Barzanî der barê ziyareta Bexdayê û hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadi ya heyeta hevpar a "Koalîsyona Ji bo Demokrasî û Edaletê" ya bi serokatiya Dr. Berhem Salih û ji Tevgera Goran û Partiya Civaka Îslamî (Komel) ên di mixalefeta HKIyê de pêk tê de jî nirxandina "Divê partiyên siyasî yên din jî bi wan re bûna. Dikariyan ku bi yekdengî û bi awayekî hêzdar mafên kurdan bixwestina."

Barzanî li ser pirsa rojnamevanan a wekî dê dîroka teqez a hilbijartinên parlementeriyê yên li HKIyê kengî bê diyarkirin de jî got ku dê di nav hefteya pêşiya me de dîroka hilbijartinê bê diyarkirin.

Digel vê Berpirsyarê Polîtburoya YNKê Mele Bextiyar jî diyar kir ku ev çend roj in ji Bexdayê di mijara şandina mehaneyên karmendan de xeberên xweş tên û bal kişand ku hin daxuyaniyên wekî dê dîsa balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê yên ku ji 29ê îlonê ve ji ber referandûmê hatin girtin bên vekirin gihiştine wan.

Sekreterê Giştî yê Konseya Teşhîsa Berjewendiya Nîzamê û Fermandarê Giştî yê Berê yê Artêşa Mihafizên Îranê Tumgeneral Muhsîn Rezayî di daxuyaniya xwe ya duh de îdia kiribû ku planên xwepêşandanên li Îranê ji aliyê Amerîka û Erebistana Siûdî ve çend meh beriya niha li bajarê Hewlêrê hatin kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.