Dinya

Ji Barzanî daxuyaniya 'peymana ku dê cihê referandûmê bigire'

Serokê HKIyê Barzanî got ku taloqkirina referandûma serxwebûnê ya di 25ê îlonê de tenê girêdayî peymana "ku dê cihê referandûmê bigire" ya ku dê bi rêveberiya Bexdayê re bê kirin e.

Elif Orhan  | 19.09.2017 - Rojanekırın : 20.09.2017
Ji Barzanî daxuyaniya 'peymana ku dê cihê referandûmê bigire'

Arbil

HEWLÊR

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî diyar kir ku heke alternatîfeke ku dê cihê referandûmê bigire neyê pêşkêşkirin taloqkirina referandûma 25ê îlonê mimkûn nîne.

Barzanî li Sorana navçeya Hewlêrê beşdarî mitînga "belê" bû û di axaftina xwe ya di mitîngê de got ku "Em referandûmê tenê ji bo 'Lê binêrin referandûmê dike' nakin. Armanca me ya referandûmê ew e ku em daxwaza xwe ya serxwebûnê ragihînin hemû dinyayê."

Barzanî qala mijara taloqkirina referandûmê jî kir û wiha axivî: "Me her dem ev got: Heke pêşniyazeke ku cihê referandûmê bigire bê kirin hîç pirsgirêk nîne lê belê heke alternatîfeke wekî referandûmê tunebe taloqkirina wê ne mimkûn e."

Barzanî destnîşan kir ku pirsgirêk ne bi civaka navneteweyî re ye pirsgirêk tenê bi Bexdayê ye û bal kişand ku taloqkirina referandûmê tenê girêdayî wê yekê ye ku bi rêveberiya navendî re peymaneke hevsengê referandûmê bê kirin."

Serokê HKIyê Barzanî got ku "Divê em bi Bexdayê re pirsgirêkan çareser bikin. Ev jî wiha dibe; Heke di navbera Hewlêr û Bexdayê de peymaneke dualî ya ku dê cihê referandûmê bigire û DYA û welatên Ewropayê jî piştgirî bidinê û temînat bidin ku dê bînin cî bê kirin wê demê alternatîfa referandûmê çêdibe. Lê heke divê ku ez ji we re rastiyê bibêjim Bexdayê di vê mijarê de pêngavên ku tê xwestin neavêtiye."

Barzanî got ku heke di nav du-sê rojan de hember taloqkirina referandûmê pêşniyaz bê pêşkêşkirin dê di 25ê îlonê de pîrozbahî bikin heke ne dê ji bo referandûmê biçine ser sindoqê.

Barzanî qal kir ku temînatên berbiçav dixwazin û wiha axivî:

"Di rabirdûyê de tecrubeyên me yên gelekî dilsoj çêbûn. Em bi temînatên ku soz tên dayîn ewle nînin. Divê pêşniyaz bi zimanekî gelekî baş bê nivîsandin û tê de tu îxtilaf tunebin. Diyaloga me ya bi Bexdayê re êdî wekî şandina budçeyê yan jî dayîna filan wezaretê nîne. Em ji wê pêvajoyê derbas bûn. Em serxwebûnê dixwazin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.