Dinya

Ji ber qedexeya sewqkirina nexweşan ya Îsraîlê li Xezeyê 9 nexweş mirin

Li Xezeya di bin dorpêça Îsraîlê da ye ji destpêka salê vir va ji ber qedexeya sewqkirina nexweşan ji bo derveyî welêt 3 jê zarok 9 nexweş mirin.

Nihat Kavşut  | 27.06.2017 - Rojanekırın : 27.06.2017
Ji ber qedexeya sewqkirina nexweşan ya Îsraîlê li Xezeyê 9 nexweş mirin

Palestinian Territory

XEZE

 Li Xezeya di bin dorpêça Îsraîlê da ye ji destpêka salê vir va ji ber qedexeya sewqkirina nexweşan ji bo derveyî welêt 3 jê zarok 9 nexweş mirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ji destpêka sala 2017an vir va ji ber qedexeya sewqkirina nexweşan ji bo derveyî welêt 3 jê zarok 9 nexweş mirin.

Di daxuyaniyê hat diyarkirin berpirsiyarî ya rêvebiriya Filistîn û Îsraîlê ye û wiha hat gotin: "Rêvebiriya Îsraîl û Filistînê ji bo nexweş ji dermankirinê mehrûm bimînin ketine dorê."

Hat diyarkirin di rojên pêş da îhtimal heye hejmar zêde bibe û bang li saziyên mirovan kirin ji bo mirina nexweşan dozê vekin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın