Dinya

"Ji bo li herêmê em alîkariyê bidin 30 hezar kesî xebat hatin destpêkirin"

Serokê Giştî yê Hîva Sor a Tirkiyeyê Kinik got ku wan ji bo kesên ku di erdhejê de zirar dîtin xebatên alîkariyê dan destpêkirin

Sevim Hatun  | 15.11.2017 - Rojanekırın : 15.11.2017
"Ji bo li herêmê em alîkariyê bidin 30 hezar kesî xebat hatin destpêkirin"

Baghdad

BEXDA

Serokê Giştî yê Hîva Sor a Tirkiyeyê Kerem Kinik got ku wan ji bo kesên ku di erdhejê de zirar dîtin xebatên alîkarî dan destpêkirin. Di çarçoveya xebatan de wê xwarinê bidin 5 hezar kesî.

Kinik hat Bexdaya paytextê Iraqê bi Serokê Hîva Sor a Iraqê Yasîn El Mamûrî re li ser mijarên wekî alîkariya însanî û piştevaniya wê bidin herêma erdhejê axivîn.

Kinik ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew piştî erdheja li Iraqê qewimî hatin herêmê û wiha dewam kir: "Me bi Hîva Sor a Iraqê re hevkarî kir û berî eşkerekirina reqemên fermî yên xisarê em gihîştin herêmê. Herwiha ji bo li herêmê em alîkariyê bidin 30 hezar kesî xebat hatin destpêkirin."

Kinik wiha dewam kir:

"Me 5 hezar çadirên ku nêzî 30 hezar însan dikarin tê de bimînin, 14 hezar betaniye, 10 hezar doşek, 3 hezar sobeyên ceyranê, metbexeke mobîl anîn herêmê. Ekîbên AFAD û Wezareta Tenduristiyê jî li herêmê tevlî xebatên lêgerîn û xilaskirinê bûn."

Kinik got: "Ji bo rojane em xwarinê bidin 5 hezar kesî me amadehiyên xwe kirin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın