Dinya

Ji bo êtîmên ji Afrîkayê li dildaran digerin

Weqfa Esselamê ya ku li Zanzîbara cineta tûrîzmê ya Afrîkayê tirkek jê ra pêşîkêşiyê dike ji bo pêşeroja êtîman li dildarên ku tevkariyê bidin digere.

Haydar Şahin  | 06.01.2018 - Rojanekırın : 07.01.2018
Ji bo êtîmên ji Afrîkayê li dildaran digerin

Ankara

ANKARA

Weqfa Esselamê ya ku li Zanzîbara cineta tûrîzmê ya Afrîkayê tirkek jê ra pêşîkêşiyê dike ji bo pêşeroja êtîman li dildarên ku tevkariyê bidin digere.

Weqf hewl dide ku bi makîneyên dirûtinê va debara êtîman bike û li Zanzîbara girava Tanzanyayê perwerdeyê dida dayikên hêtîman. Kinc û aksesuarên ku li vê derê bi destê dayikên êtîman tên çêkirin bi marqeya "kanga.afrîca"yê li Tirkiye û dinyayê tên firotin.

Weqf nika di çarçoveya projeya hedefa ew e ku di nav 10 salan da 100 hezar êtîman xwedî bike da li ciwanên dildar digere ku tevkariyê bidin. Weqfê ji bo vê "Pêşbaziya Porejaya Li Êtîman Xwedî Derkeve" li dar xist û bangî hemû kesan dike ku bira tevlî pêşbaziyê bibin û tevkariyê bidin projeyê.

Kesên dixwazin tevlî pêşbaziyê bibin dibê vîdeoyeke herî zêde 3 deqîqeyan dewam dike bikişînin û tê da qala projeya xwe bikin. Ciwanên ku emrê wan di navbera 18 - 35an da ne dikarin li ser malpera http://vassalam.org/youthchallenge/ê serî lêxin.

Ji bo serîlêxistinê tarîxa dawîn 15ê rêbendana 2018an e, 7 kesên ku qezenc bikin ew ê ji bo 2 hefteyan herin Zanzîbarê di projeyê da bixebitin û hemû mesref aîdê weqfê ne.

- "Em li fikrên baş û dahiyane digerin"

Piraniya dildarên weqfê xebatkarên Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) ne, armanc ew e ku kesên jêhatî ne lêbelê pereyên wan tunin herin Zanzîbarê û tevkariyê bidin atolyeya dirûtinê.

Ji bo ku kinc û aksesuarên li Zanzîbarê tên çêkirin li gelek qadan bên firotin û reqlama wan were kirin ev projeya hat lidarxistin û kesên bi xwe bawer in dikarin beşdarî pêşbaziyê bibin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.