Dinya

Ji Ehmedînejad banga ji bona "hilbijartina azad"

Ehmedînejadê Serokomarê Îranê yê berê ji Elî Xameneyê pêşengê welêt ra name şand û daxwaz kir ku bira hilbijartin "di nav şert û mercên azad da" bên kirin.

Nihat Kavşut  | 22.02.2018 - Rojanekırın : 22.02.2018
Ji Ehmedînejad banga ji bona "hilbijartina azad"

Ankara

ANKARA

Mehmûd Ehmedînejadê Serokomarê Îranê yê berê ji Elî Xameneyê pêşengê welêt ra name şand û daxwaz kir ku bira hilbijartin "di nav şert û mercên azad da" bên kirin.

Di nameya ku li ser malpera "Dewlet-î Bihar" ya nêzî serokomarê berê hat weşandin da Ehmedînejad ji Xameney daxwaz dike ku rayeyên serokomar, meclis û darazê bên nûkirin.

Ehmedînejad di nameyê da destnîşan kir di warê darazê da guherîn bê kirin û daxwaz kir ku kesên salên berê ji ber rexne û îtirazê hatine girtin bên berdan û dozên hatine vekirin bên betalkirin.

Mehmûd Ehmedînejad di nameyê da bal kişand ser xeberdana Xameney ku roja yekşemê destnîşan kir divê guh bidin daxwazên welatiyan û pirsgirêk bên çareserkirin û ji Xameney daxwaz kir ku hilbijartin "di nav şert û mercên azad da" bên kirin.

Ehmedînejad bal kişand ser daxuyaniya Ayetullah Elî Xameney ya "em di warê darazê da li paş mane" û diyar kir ku divê demildest di darazê da guherîn bê kirin û got ku wê ev jî rê li ber "îadekirina îtibara mezlûman" û "guherînên siyasî" veke.

Ehmedînejad li Îranê du heyam bû serokomar û piştî hilbijartinên 2009an ji ber ku hat îlankirin qezenc kiriye bûyerên civakî yên mezin derketibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.