Dinya

Ji Emrîkayê daxuyaniya "qedexekirina cîhazên elektronîk"

Berdevkê Berwext ê Wezareta Karên Derva yê Emrîkayê Mark Toner:"Ev biryar ji ber encama talûkeya tehdîdên terorê yên bixurt yên ku di balafirên tîcarî de ji van balafirgehan bên de çêbibin, hatiye dayîn"

22.03.2017 - Rojanekırın : 23.03.2017
Ji Emrîkayê daxuyaniya "qedexekirina cîhazên elektronîk"

Washington DC

WASHINGTON

Wezareta Karên Derva yê Emrîkayê daxuyand ku ji ber hinceta "Talûkeya tehdîdên terorê yên bixurt dibe ku di balafirên ticarî de çêbibin" biryar dane ku dema ji hin welatan rasterast balafir tên Emrîkayê, divê rêwî cîhazên elektronîk bi xwe re neynin.

Berdevkê Berwext ê Wezareta Karên Derva yê DYAyê Mark Toner di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane de pirsên der barê biryara qedexekirina cihazên elektronîk ên di balafiran ên ku ji 8 welatan tên Emrîkayê de bersivandin.

Toner der barê vê biryarê de wiha got: "Ev biryar ji ber encama talûkeya tehdîdên terorê yên bixurt yên ku di balafirên tîcarî de ji van balafirgehan bên de çêbibin, hatiye dayîn."

Toner destnîşan kir ku komên terorî balafirên ticarî hedef digirin û serî li metodên nû didin ku di nav van de qaçaxçîtiya cîhazên teqemeniyê jî heye.

Toner got ku ew bi rayedarên şirketan ên van balafirgehan re axivîne.

Emrîkayê ji bo balafirên ku ji Stenbol, KQahîre, Kuweyt, Doha, Riyad, Cidde, Ebû Dabî û Dubaiyê tên ev biryar da.

Emrîkayê biryar dabû ku ji 8 welatan rêwî di balafiran de nikarin bi cihazên elektronîk ên ku ji telefonên bêrîkan mezintir bibin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.