Dinya

Ji fermandarê ASAyê yê Efrînî bo sivîlan peyama "armanc bi tenê PYD/PKK" ye

Fermandarê ASAyê yê Efrînî Ebû Meryem ê ku piştgiriya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya TSKyê dike, got ku armanca wan ne sivîl, lê rêxistina terorê PYD/PKK ye

21.01.2018 - Rojanekırın : 21.01.2018
Ji fermandarê ASAyê yê Efrînî bo sivîlan peyama "armanc bi tenê PYD/PKK" ye

Azez

AZEZ/EFRÎN 

Fermandarê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) yê Efrînî Ebû Meryem ê ku piştgiriya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) dike, banga arambûnê li gelê Efrînê kir û dubare kir ku sivîl wê nebin armanc.

Ebû Meryem di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê yê li qadê da bal kişand ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da sivîl wê nebin armanc û wiha got, "Dijminê me bi tenê PYD/PKK ye."

Fermandarê Efrînî Ebû Meryem wiha xeberda, "Înşelah emê bikevin Efrînê. Bira xelkê me aram be û qesda kuştina kesî neke. Însanên medenî, mirovên me ne, însanên me me."

Pêşveçûna ASA û TSKyê li herêma Efrînê berdewam e.

TSKyê ragihandibû di operasyona ku duh di saet 17.00an da dest pê kiribû da li 7 herêmên Efrînê 153 hedefên PYD/PKKyê hatin lêdan.

Di daxuyaniya Sererkaniyê da hatibû destnîşankirin ku operasyon di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên ku xwe dispêrin hiqûqa navneteweyî, biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî yên ji bo têkoşîna dijî terorê û mafê xweparastina rewa ya di peymana Neteweyên Yekbûyî da li ser esasê rêzgirtin li yekpareyiya xaka Sûriyeyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê da bal hatibû kişandin ku bi tenê noqteyên terorîstan bûn armanc û herwiha ji bo ku zirar negihîje sivîlan her cure hesasiyet hat nîşandan.

Rejima Esed di Tîrmeha 2012an da Efrîn bê şer û pevçûn dewrî PYD/PKKê kir û rêxistinê di pêvajoya şerê navxweyî da herî zêde li vê herêmê xwe ediland. Ji ber çil û çiyayên Efrînê navenda Kilîsê û qismekî Hatayê dikeve menzîla guleyên rêxistinê. Rêxistin salên dûr dirêj ji ser Çiyayên Amanosê ra ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibe. Ji bo ku PYD/PKK ji aliyê bakurê rojavayê Sûriyeyê ra derbasî Behra Spî bibe, pişta xwe bi Efrînê va girêdide. Rêxistina terorê ji ser Efrînê ra herêma Mertalê Feratê û herêma bêpevçûn li Îdlibê jî tehdît dike.

Ji çar peşkan peşkeke xaka Sûriyeyê û ji sedî 65ê sînorê Tirkiye-Sûriyeyê jî di bin dagrikeriya rêxistinê da ye.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın