Dinya

Ji KENYê daxuyaniya li ser referanduma HKIyê

Konseya Ewlakariyê ya Neteweyên Yekbûyî hişdarî da û got dibe ku referamduma Herêma Kudistana Iraqê li herêmê bibe sedema bêîstiqrariyê

Haydar Şahin  | 22.09.2017 - Rojanekırın : 23.09.2017
Ji KENYê daxuyaniya li ser referanduma HKIyê

New York

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

 Konseya Ewlakariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hişdarî da û got dibe ku referamduma Rêverberiya Herêma Kudistana Iraqê (HKI) li herêmê bibe sedema bêîstiqrariyê.

Di danezana çapemeniyê ya ku ji aliyê hemû endamên KENYê hat qebûlkirin da bal kişandin ser fikarên ji bo referanduma wê di 25ê îlonê da li bakurê Iraqê bê kirin.

Di danezanê da wiha hat gotin:

"Endamên Konseya Ewlekariyê ya NYyê ji ber planên referanduma ku dikare yekalî herêmê bêîstiqrar bike ya HKIyê di fikaran da ne.

Endamên KENYê rêzê nîşanî desthilatdarî, bihevrabûn û yekîtiya erdên Iraqê didin. KENY bang dike ku pirsgirêka di navbera hikûmeta navendî û HKIyê da bi rêyên diyalogê bên çareserkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın