Dinya

Ji NYyê ji bo aliyên li Iraqê bangewaziya diyalogê

Sekreretê Giştî yê NYyê Guterres: "Pêşniyaza min a ji bo Bexda û Hewlêrê ew e ku bila diyalogê pêş bixin"

Elif Orhan  | 13.09.2017 - Rojanekırın : 14.09.2017
Ji NYyê ji bo aliyên li Iraqê bangewaziya diyalogê

New York

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres diyar kir ku li Iraqê divê ji pêngavên yekalî dûr bisekinin û got ku "Pêşniyaza min a ji bo Bexda û Hewlêrê ew e ku bila diyalogê pêş bixin."

Guterres di civîna çapemeniyê ya ku li dar xist de li ser pirsên der barê referandûma ku Herêma Kurdistana Iraqê plan dike ku di 25ê îlonê de bike daxuyanî da û diyar kir ku Iraq ji heyameke hesas re derbas dibe.

Guterres got "Pêşniyaza min a ji bo Bexda û Hewlêrê ew e ku bila diyalogê pêş bixin." û wiha axivî: "Ev heyam ji bo Iraqê heyameke gelekî hesas e û ez hêvî dikim biryarên ku yekalî tên sitandin zirarê nedin vê pêvajoya hesas."

Guterres qal kir ku herêmê gelek caran ziyaret kiriye û bi serokên kurd re hevdîtin kiriye, haj bi fikarên wan jî heye û got ku "Daxwaza min a niha ew e ku Bexda û Hewlêr diyalogê ava bikin û pêk bînin ku li herêma ku jixwe hesas e îstiqrarê bi cî bikin."

- "Li Koreya Bakur çareseriya eskerî dibe ku xirabûnê bîne"

Guterres di civînê de qala bernameya nukleer a Koreya Bakur û mueyyideyên li ser vê welatêjî kir û kêfxweşiya xwe ya ji ber ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di vê mijarê de yek e anî ziman.

Guterres bangî hemû endamên NYyê kir ku mueyyîdeyên KENYyê yên navborî tam tetbîq bikin û got ku "Çareserî encax dibe ku bi rêyên siyasî bê dîtin. Çalakiyên eskerî dibe ku bibe sedemê xirabûneke cidî ya ku tesîrê nifşên bê bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.