Dinya

Ji Pentagonê daxuyaniya der heqê "El Babê" de

Albay John Dorrîan destnîşan kir koordînasyona di navbera Tirkiya û Sûriyeyê de dewam dike û ragihand ku herwiha li nêzî El Babê dest bi firînên kifşkirinê dikin û li dijî DEAŞa rêxistina terorê êrîşên asîmanî li dar xistin.

18.01.2017 - Rojanekırın : 18.01.2017
Ji Pentagonê daxuyaniya der heqê "El Babê" de

Washington DC

WASHINGTON

Albay John Dorrîan Berdevkê koalîsyona dijî DEAŞê ya di serkêşiya DYAyê de got ku koordînasyona navbera Tirkiya û Sûriyeyê de dewam dike, herwiha li nêzî El Babê dest bi firînên kifşkirinê dikin û li dijî DEAŞa rêxistina terorê êrîşên asîmanî li dar xistin.

Dorrîan ji Bexdayê bi Wezareta Parastina DYAyê re (Pentagon) li ser telekonferansê peywiyendiyek danî, pirsên der barê operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê yên li Iraq û Sûriyeyê de bersivandin.

Dorrîan got: "Di demên dawî de me gelek firînên kişfê kirin. Herwiha me li dijî hedefên DEAŞê yên li El Babê dest bi êrîşan kir."

Albay Dorrîan got ku koalîsyon hewl dide ku bi Tirkiyeyê re zêdetir li hemberî DEAŞê şer bike, ew ê rayedarên amerîka û Tirkiyeyê gel hev li hemberî DEAŞê têkoşînê hewl bidin.

- “Em çaverê ne êrîş û kordînasyona digel Tirkiyeyê bidome”

Dorrian anî ziman ku li dijî devera Babê 4 êrîşê asmanî li dar xistine û çaverê ne ku ew êrîş û kordînasyona digel Tirkiyeyê bidome.

Berdevk Dorrian eşkere kir ku di êrîşan da hedefên DAEŞê yên weke yekeyeke taktîkê, kepçeyek û wesayiteke zirxkirî ya veguhastina personelan pêşî bi balafirên keşfê hatine tesbîtkirin û dûvra jî hatine îmhakirin.

Dorrian der barê şer û pevçûnên nav Babê da wiha axivî: “Tirkiye li dijî rêxistinekê şer dike ku ew rêxistin mirovan weke mertal bi kar tîne. Ev rewş jî têketina nav bajêr zehmet dike.”

Dorrian bal kişand ser wê yekê ku baweriya wan bi şiyana hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê heye û wiha pê da çû: ”Helbet bahweriya me heye ku hevpeymanên me ji wê rêxistinê bi hêztir in lê belê, em zanin ku têkbirina DAEŞê hêsan nîne. Demeke dirêj e ku ew dever dagîr kirine û ew jî bûye sedemê avakirina hêzeke berevaniyê ji wan ra.”


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.