Dinya

Ji Rûsyayê bo Amerîkayê hişyariya "Li Sûriyeyê bi agir neleyîze"

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov:"Amerîka PYDê (YPG/PKK) diemilîne û gavên ku wê Sûriyeyê perçe bike diavêje. Em bangî Amerîkayê dikin ku bi agir neleyîze"

Önder Beyter  | 19.02.2018 - Rojanekırın : 20.02.2018
Ji Rûsyayê bo Amerîkayê hişyariya "Li Sûriyeyê bi agir neleyîze"

Moskova

MOSKOVA

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov wiha got, "Amerîka PYDê (YPG/PKK) diemilîne û gavên ku wê Sûriyeyê perçe bike diavêje. Em bangî Amerîkayê dikin ku bi agir neleyîze."

Lavrov li paytext Moskoyê di rûniştina "Rûsya li Rojhilata Navîn e: Li Hemû Qadan Xwedan Rol e" a ku ji aliyê Kluba Nîqaşê Valday va hat lidarxistin da geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê nirxand.

Lavrov, gavên ku Amerîka li Sûriyeyê diavêje rexne kir û wiha got, "Em bifikar gavên ku Amerîka bi taybetî li qadê li rojhilatê Çemê Feratê, li sînorê Sûriyeyê yê li aliyê Tirkiye û Iraqê, diavêje û wê Sûriyeyê perçe bike, dişopînin. Pêwîstî bi hin gavên ku wê piştrast bike, Amerîka bi tenê ji bo şerê DEAŞê li Sûriyeyê ye, heye."

Lavrov bangî Amerîkayê kir ku li Sûriyeyê ji bo siyaseta rojane gavan nevêje û wiha got, "Amerîka PYDê (YPG/PKK) diemilîne û gavên ku wê Sûriyeyê perçe bike diavêje. Ev yek jî bû sedem ku di têkiliyên ligel Tirkiyeyê da gef û gurî rû bide. Em bangî Amerîkayê dikin ku bi agir neleyîze. Em dixwazin li Sûriyeyê gavên li gorî berjewendiya gelê Sûriyeyê ku Kurd jî di navê da ne, bên avêtin."

Lavrov herwiha bal kişand ku Amerîka divê yekîneyên xwe yên li başûrê Sûriyeyê vekişîne û wiha xeberda, "Li herêma ewlekariyê ya ku Amerîkayê li dewrûbera El Tanfê damezirandiye kampeke penaberan heye û em wer difikirin ku ev kamp ji bo perwerdekirina milîtanên nû tê emilandin. Ev herêm divê demildest bê girtin û divê destûr bê dayîn ku alîkariyên mirovî bigihîjin vê kampê."

- "Mirov dikare fikarên Tirkiyeyê fêm bike"

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cevad Zerîf di beşa pirs û bersiv a rûniştinê da axivî û got ku mirov dikare fikarên Tirkiyeyê yên ji ber gavên ku Amerîka li Sûriyeyê diavêje, fêm bike.

Zerîf diyar kir ku Amerîka li Sûriyeyê gavên bêvîzyon diavêje û wiha dewam kir, "Amerîka li Sûriyeyê gavên jeopolîtîk û jeoekonomîk ku hizr û nêrîna wan teng e, diavêje. Di heman demê da mixabin beşeke nifûsa Kurdan jî sûîstimal dike. Ji ber hindê jî mirov dikare fikarên Tirkiyeyê yên ji ber gavên ku Amerîka li vir diavêje, fêm bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.