Dinya

Ji Senatoya DYAyê bo Tillerson nameya Qeterê

Serokê Komîteya Peywendiyên Derva ya Senatoya DYAyê Corker: "(Qeyrana di navbera Qeter û hin welatên ereb da) Welatên KHKyê mixabin ji firsendên civînê sûd wernegirtin û terciha xwe li ser nakokî û rageşiyê dan"

Önder Beyter  | 27.06.2017 - Rojanekırın : 28.06.2017
Ji Senatoya DYAyê bo Tillerson nameya Qeterê

Washington DC

WASHINGTON

 Serokê Komîteya Peywendiyên Derva ya Senatoya DYAyê Bob Corker ji Wezîrê Karên Derva yê DYAyê Rex Tillerson ra nameyek nivîsî û di nameya xwe da diyar kir ku heya qeyrana di navbera Qeter û hin welatên ereb da neyê çareserkirin, ewê rê nedin û çekan nefiroşin welatên Konseya Hevkariya Kendavê (KHK).

Senatorê komarî Corker di nameya xwe ya ku tê da xîtabî Tillerson dike da destnîşan kir ku di seredana Serokê DYAyê Donald Trump a Erebistana Siûdî da welatên kendavê seba ewlekariya herêmê hatin cem hev û wiha dewam kir, "Ev yek ciyê kêfxweşiyê ye. Lêbelê bereksê civîna li Riyadê, dîsa nakokî ket navbera welatên kendavê."

Corker herwisa di nameya xwe da cî da van îfadeyan:

"Welatên KHKyê mixabin ji firsendên civînê sûd wernegirtin û terciha xwe li ser nakokî û rageşiyê dan. Di warê têkoşîna dijî terorê da her welatek divê zêdetir tiştan bike, lêbelê lihevnekirina vê axiriyê ya di navbera welatên KHKyê da bi tenê zirarê dide hewldanên dijî DEAŞ û Îranê. Ji ber vê qasê di qonaxa lêkolîna nefermî da beriya ku firotana çekan a bo welatên KHKyê bê pesendkirin, divê helwest û têgihîştineke me ye çêtir hebe ku qeyrana heyî bê çareserkirin û nakokiya di navbera welatên kendavê da ji holê bê rakirin."

Li DYAyê firotana çekan bi erêkirina wezareta Parastin û Karên Derva va diçe ber destê Kongreyê. Di qonaxa lêkolîna destpêkê da heger tu îtiraza serok û endamên biqidem ên komîteya Meclisa Nûneran û ya Peywendiyên Derva yên Kongreyê tunebe, biryara firotanê wekî ku hat pesendkirin, tê hesibandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.