Dinya

Ji Trump daxuyaniya li ser Koreya Bakur

Trump got, "Dibê di heyama Clînton û Obama da mijara merivê rokêt (Kîm Yong-un) bihata nirxandin. Dibê bi salan berê binirxandina lê nehat nirxandin. Nika ez bi vê mijarê ra eleqedar dibim lewra dibê em vê çareser bikin."

Haydar Şahin  | 23.09.2017 - Rojanekırın : 23.09.2017
Ji Trump daxuyaniya li ser Koreya Bakur

Washington DC

WASHINGTON

 Donald Trumpê Serokê DYAyê ji bo Kîm Yong-unê Serokê Koreya Bakur got, "Dibê di heyama Clînton û Obama da mijara merivê rokêt (Kîm Yong-un) bihata nirxandin. Dibê bi salan berê binirxandina lê nehat nirxandin. Nika ez bi vê mijarê ra eleqedar dibim lewra dibê em vê çareser bikin."

Trump li eyaleta Alabamayê di mitînga Komarparêzan da bi hilbijêran ra hat ba hev û mijarên li ser polîtîkayên derva û navxweyî nirxand.

Trump daxuyaniyên xwe yên tund li Koreya Bakur domand û diyar kir ku bi salan berê dibê pêşî li vê mijarê û ceribandinên nukleerê bihata birîn.

- "Demokratan gavên ku hewce dikin neavêtin"

Trump got, "Dibê di heyama Clînton û Obama da mijara merivê rokêt (Kîm Yong-un) bihata nirxandin. Dibê bi salan berê binirxandina lê nehat nirxandin. Nika ez bi vê mijarê ra eleqedar dibim lewra dibê em vê çareser bikin."

Trump îdia kir ku Demokratan di mijara Koreya Bakur da gavên ku hewce dikirin neavêtin.

Trump got dibê mijara Koreya Bakur bê çareserkirin û wiha axivî: "Li pêşiya me rêyeke din tune. Dibe ku hin gav kêr bên dibe ku qet kêr neyên jî. Ez bi xwe bawer nekin ku kêr bên lêbelê çi dibe bira bibe ez dikarim bêjim ku em di nav ewlehiyê da ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın