Dinya

Ji Wezîrên Karên Derva yên Yekîtiya Erebî biryara Îranê

Konseya Wezîrên Karên Derva ya Erebî biryar da ku dosyeya Îranê ya midaxaleyên li herêmê biçe ber destê KENYê û kanalên peykê yên ku Îran wan fînanse dike werin qedexekirin

İbrahim Atmaca  | 20.11.2017 - Rojanekırın : 20.11.2017
Ji Wezîrên Karên Derva yên Yekîtiya Erebî biryara Îranê

Al Qahirah

QAHÎRE

Hat ragihandin, Konseya Wezîrên Karên Derva ya Erebî biryar da ku dosyeya Îranê ya midaxaleyên li herêmê biçe ber destê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û kanalên peykê yên ku "Îran wan fînanse dike" werin qedexekirin.

Li ser daxwaza Erebistana Siûdiyê li Qahîreya paytextê Misrê bi serokatiya Cîbûtiyê civîna derasayî ya Wezîrên Karên Derva yên Yekîtiya Erebî hat lidarxistin û piştî civînê danezaneke ku ji 14 xalan pêk tê hat weşandin.

Di danezanê da Konseyê delegasyona erebî a li New Yorkê wezîfedar kir ku dosyeya li ser Îranê bibe ber destê KENYê. Li gor danezanê binpêkirinên Îranê, piştgiriya ku Îran dide milîsên "terorîst" ên li Yemenê û fuzeya ku ji Yemenê avêtin Riyadê di dosyeya Îranê da cih digirin.

Di danezanê da hat diyarkirin, Îran midaxaleyî karên navxweyî yên welatên erebî dike, divê ev were rojeva forumên tevkariyê yên ereban û civînên herêmî û navneteweyî.

Li gor danezanê Konseyê destnîşan kir ku ew ê di warê têkoşîna terorê û parastina îstiqrara welat da ji her alî va piştgiriyê bide gavên ku Behreyn diavêje. Ji ber dagirkeriya ku li ser giravên nêzî Tengava Hurmuzê yên Ebû Mûsa û giravên Tunbê yên Mezin û Piçûk dewam dike, Îran hat şermezarkirin, ji bo ku Mîritiyên Yekbûyî yên Erebî giravên navborî paşda hilde, ew ê piştgirî bidin.

Di danezanê da polîtîkayên hikûmeta Îranê û daxuyaniyên rayedarên îranî yên li dijî welatên erebî hat şermezarkirin.

Li gor danezanê Konseyê biryar da ku kanalên peykê yên ku "Îran wan fînanse dike" werin qedexekirin.

Dema ku Mîrîtiyên Yekbûyî yên Erebî ji Ingiltereyê serxwebûna xwe bi dest xist (1971) Îranê giravên Ebû Mûsa û giravên Tunbê ya Mezin û Piçûk bi dest xistibûn. Li gor Îranê ew girav ji mêj va yên wan in û di 1903an da ketin destê ingilizan û paşê di 1971an da hatin îadekirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın