Dinya

Ji Îranê bo Amerîkayê rexneya PYD/PKKê

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Zerîf bal kişand ser PYD/PKKê û got ku Amerîka ji bo ku li Sûriyeyê hin noqteyan dagir bike, hewl dide ku hin komên kêmnetewe yên li wî welatî ji xwe ra wekî hêza bejayê biemilîne

19.02.2018 - Rojanekırın : 20.02.2018
Ji Îranê bo Amerîkayê rexneya PYD/PKKê

Ankara

ANKARA 

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cevad Zerîf diyar kir ku Amerîka ji bo ku li Sûriyeyê hin noqteyan dagir bike, hewl dide ku hin komên kêmnetewe yên li wî welatî ji xwe ra wekî "hêza bejayê" biemilîne.

Li gorî nûçeya ajansa nîvfermî ya Îranê Mehrê, Zerîf ji bo ku beşdarî konferansa li Kluba Nîqaşê Valday bibe, çû Moskoyê û li vir geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê nirxandin.

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Zerîf hebûna Amerîkayê ya li Sûriyeyê wekî "pir xeternak e" pênase kir û got ku polîtîkaya ku rêveberiya Washingtonê li Sûriyeyê dimeşîne, ji hizr û pîvanan dûr e.

Zerîf herwiha bal kişand ser PYD/PKKê û got ku Amerîka ji bo ku li Sûriyeyê hin noqteyan dagir bike, hewl dide ku hin komên kêmnetewe yên li wî welatî ji xwe ra wekî hêza bejayê biemilîne.

Wezîrê Îranê der barê helwesta navborî ya Amerîkayê da wiha got, "Ev rewş wê li ser bîra mêjûyî ya gelê Sûriyeyê bandorên dûdirêj bike ku ev yek jî li nava welat dibe ku bibe sedemê rageşiyan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın